CENTCOM: Êrişên Îranê yên bi mûşekan ji sedî 90, ên bi dronan ji sedî 83 kêm bûne
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku êrişên bi mûşekan ên Îranê ji sedî 90, ên bi dronan jî ji sedî 83 kêm bûn kêm bûne û wan keştiyeke mezin a Îranê kiriye hedef.
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper ragihand ku di roja şeşem a operasyona "Xezeba Destanî" de kapasîteya leşkerî ya Îranê bi awayekî berbiçav lawaz bûye.
Cooper diyar kir ku êrişên bi mûşekên balîstîk li gorî roja ewil a şer ji sedî 90 kêm bûne.
Amîral Brad Cooper li gel Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth li biryargeha CENTCOMê ya li Floridayê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Cooper daxuyand ku hêza êrişê ya Îranê bi awayekî sîstematîk tê bêbandorkirin û êrişên bi dronan jî ji sedî 83 kêm bûne.
Bombebarana dijwar û hedefgirtina "Fermandariya Fezayê"
Amîral Cooper eşkere kir ku di nava 72 saetên dawî de balafirên şer ên Amerîkayê li kûrahiya Îranê û derdora Tehranê nêzîkî 200 hedefan bombebaran kirine û got:
"Tenê di saeta dawî de, balafirên B-2 bi dehan bombeyên stargehqulker berdane ser rampayên mûşekan ên di kûrahiya erdê de veşartî."
Yek ji hûrgiliyên herî balkêş ên operasyonê lêdana tesîsa "Fermandariya Fezayê" ya Îranê bû.
Cooper diyar kir ku vê êrişê şiyana Îranê ya birêvebirina trafîka daneyan û meşandina operasyonên şer ên li ser fezayê felc kiriye.
"Keştiya dronhilgir a Îranê dişewite"
Amîral Cooper behsa operasyonên deryayî jî kir û da zanîn ku zexta li ser hêzên deryayî yên Îranê zêde bûye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump berê gotibû "24 keştî hatine binavkirin" lê Cooper ev amar nû kir û got:
"Ev hejmar niha derketiye ser 30î. Me di çend saetên dawî de li keştiyeke Îranê ya ku dronan hildigire xist.
Ew keştî bi qasî keştiyên balafiran ên Şerê Cîhanê yê Duyem mezin e û niha dişewite."
"Em şiyana jinûveavakirinê tune dikin"
Amîral Cooper diyar kir ku ew di qonaxa nû ya operasyonê de ne tenê çekên heyî, binesaziya hilberînê ya Îranê jî dikin hedef û wiha axivî:
"Em ne tenê çekên di destên wan de, şiyana wan a çêkirina wan çekan jî tune dikin.
Dema em derbasî qonaxa bê bibin, em dê kapasîteya hilberîna mûşekan a paşerojê ya Îranê bi rengekî sîstematîk ji holê rakin.
Ev dê hinekî demê bigire lê stokên cebilxaneya hêzên me tam in."
Dronên LUCAS cara ewil li qadê ne
Di civînê de behsa dronên "Sîstema Êrişa Şer a Bêmirov a Kêmmesref" (LUCAS) hat kirin ku di vê pevçûnê de cara ewil tên bikaranîn.
Hegseth û Cooper bersiv neda pirsên derbarê hûrgiliyên vê teknolojiya nû de.
Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de di roja şeşem de didome.
Rayedarên CENTCOMê diyar kir ku êriş kêm bûne lê dîsa jî ew di rewşa amadebaşiyê de ne.
#VÎDEO - Amerîka keştiyeke şer a Îranê noqî avê dike#USAirForce #IranWar #Israel pic.twitter.com/rUDCJOMYzP
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 6, 2026