Îranê bi mûşekên Xeyber êrişî li Tel Evîvê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan di çarçoveya operasyona "Soza Rast 4"ê de bi mûşek û dronan êrişî navenda Tel Evîvê kiriye.
Pevçûnên leşkerî yên di navbera Îran û Îsraîlê de her ku diçe tundtir dibin.
Li gorî nûçeya Ajansa Tesnîmê, Supaya Pasdaran daye zanîn ku "pêla 21ê" ya operasyona "Soza Rast 4"ê dest pê kiriye.
Êrişa hîbrîd a bi mûşekên Xeyber
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êriş "hîbrîd" e û mûşek û dron bi hev re hatine bikaranîn.
Hat destnîşankirin ku bi taybetî hedefên di "dilê" Tel Evîvê de bi mûşekên balîstîk ên cureyê "Xeyber" hatine bomberanbarankirin.
Sembolên olî
Supaya Pasdaran ragihand ku êriş di şeva “jidayîkbûna Îmam Hesen Mucteba” de hatiye kirin.
Şîfreya operasyonê jî wekî "Ya Muîz el-Muminîn" (Ey ê ku rûmetê dide bawermendan) hat eşkerekirin.
Peyama ji bo xwendekaran
Her wiha artêşa Îranê li ser mûşeka ku li Tel Evîvê xist peyamek ji bo Dibistana Navendî ya Mînabê nivîsî.
Di peyama li ser mûşekê de wiha hat gotin: "Ji bo bîranîna 175 keçikên Dibistana Mînabê..."