Îsraîlê li Akademiya Leşkerî ya Îmam Elî xist
Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku di êrişên asmanî yên Îsraîlê yên li ser Tehranê de "Akademiya Efseran a Îmam Elî" hatiye bombebarankirin.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin de tê dîtin ku avahiya akademiyê zerer dîtiye lê Birêvebiriya Tehranê hîn li ser mijarê daxuyaniyeke fermî nedaye.
Îro berê sibehê, di operasyonên berfireh ên li ser Tehranê de Akademiya Efseran a Îmam Elî hat hedefgirtin ku di nav xelkê de wekî "Zanîngeha Leşkerî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê" tê naskirin.
Di wêneyên ku li ser platformên medyaya civakî hatine parvekirin de xuya dibe ku avahiyên di nava kampusê de rasterast hatine hedefgirtin û xisar çêbûye.
Rayedarên Îranê piştrast kir ku li gelek xalên paytextê teqîn çêbûne lê derbarê lêdana akademiyê de hîn daxuyaniyek nedaye.
Dîroka akademiyê û girîngiya wê
Akademiya Efseran a Îmam Elî, sala 1922yan ji aliyê Riza Şah Pehlewî ve hatiye damezirandin û wekî yekê ji saziyên perwerdeya leşkerî ya herî kevnar û stratejîk a Îranê tê qebûlkirin.
Akademiyê girîngiya xwe piştî Şoreşa Îslamî ya 1979an jî parast û sembola nifûza Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî ya li ser artêşê bû.
Elî Xamineyî di maweyê rêberiya xwe de tam 38 caran bi xwe beşdarî merasîmên derçûna efseran a vê akademiyê bûbû.
Tê zanîn ku Xamineyî axaftin û peyamên xwe yên herî girîng ên neteweyî û yên derbarê stratejiyên parastinê li pêşberî xwendekar û derçûyên vê zanîngehê anîne zimên.
#WÊNE - Ev der Tehran e... Akademiya Efseran a Îmam Elî bû hedefa êrişên Îsraîlê#IranWar #Tahran #IranIsraelWar pic.twitter.com/JDyuGzJHAj
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 6, 2026