Îsraîlê bi dijwarî li başûr û rojhilatê Libnanê xist

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Îsraîlê êrişên asmanî yên dijwar li ser banliyoya başûrê Beyrûtê û herêmên başûr û rojhilatê Libnanê pêk anîn.

Îsraîlê li banliyoya başûrê Beyrûtê herêmên Bûrc el-Baracîne, Hureyk, Hedês û Harik kirin hedef.

Bi taybetî derdora Nexweşxaneya Sahîlê û herêmên el-Camûs û el-Meşrefiyye ji êrişan bandor bûn.

Di encama êrişan de zerereke mezin gihişt avahî û kargehan û şewat derket.

Li başûr û rojhilat êriş didomin

Artêşa Îsraîlê her wiha li başûrê Libnanê êrişî Nebatiye, Beysariye, Tebnîn, Kefrşûba, Cebşît, Wadî Zebkîn û Mezra Hiltayê kir.

Li rojhilatê welêt jî êrişî bajarokê Derûsê yê herêma Bekaayê hat kirin.

Hejmara kuştiyan zêde dibe

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihandibû ku di êrişên Îsraîlê de hejmara kuştiyan gihiştiye 123yan û hejmara birîndaran jî gihiştiye 683yan.

Êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê

Artêşa Îsraîlê 2yê Adarê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ji Libnanê mûşek hatine avêtin.

Artêşa Îsraîlê pişt re ragihandibû ku wan li seranserê Libnanê dest bi êrişên asmanî kiriye û Beyrûta paytext kiriye hedef.

Artêşê biryar dabû ku hebûna xwe ya bejahî ya li Libnanê berfireh bike ku ji asman û deryayê ve êrişên dijwar dike.