Trump: Operasyona bejahî ne di hişê min de ye

4 demjimêr berê
Nîşan Donald Trump Îran Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku şiroveyên li ser operasyona bejahî ya li dijî Îranê "bêwate" ne û niha vebijêrkeke wiha di hişê wî de nîne.

Trump ji televîzyona NBC Newsê re axivî û behsa êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê kir.

Trump diyar kir ku dê lez û dijwariya êrişan berdewam bike.

Bersiv da Eraqçî

Serokê Amerîkayê nirxandinên Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî yên ku gotibû "Em ji bo operasyona bejahî amade ne" bersivand.

Trump ev gotin wekî "şiroveyên vala" pênase kirin û peyam da ku hîn vebijêrkeke wiha di hişê wî de nîne û got:

"Ev windakirina demê ye. Wan her tiştê xwe winda kir. Hêzên xwe yên deryayî winda kirin. Her tiştê ku dikaribûn winda bikin, winda kirin."

Ji bo namzedan "gavên parastinê"

Trump da zanîn ku ew dixwaze pêkhateya rêbertiya Îranê "bi temamî were rakirin" û anî zimên ku ew naxwazin kesek were û wê pergalê "ji nû ve ava bike."

Trump wiha axivî: "Em dixwazin bibin xwediyê rêberekî baş. Hinek kes hene ku ez difikirim dê karekî baş bikin."

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku ji bo ew kesên di hişê wî de ji pevçûnan sax filitîn "gavan diavêje" û got, "Erê, em wan dişopînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst