Medyaya Îsraîlê: Di bin kavilên li Heyfayê de 2 term hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îsraîlê ragihand ku di êrişa bi mûşekan a doh a Îranê ya ku li Heyfayê li avahiyekê xistibû de, di bin kavilan de termên 2 kesan hatine dîtin.

Di nûçeya rojnameya Times of Israelê de hat diyarkirin ku li wê xala ku mûşeka balîstîk a Îranê lê xistibû, piştî xebatên ku bi demjimêran ajot termên 2 kesan hatine derxistin.

Di nûçeyan de hat gotin ku xebatên lêgerînê yên bi egera ku “dibe kesên din jî di bin kavilan de mabin” didomin.

Artêşa Îsraîlê derbarê nesekinandina wê mûşekê de ku rasterast li Heyfayê xistibû û bûbû sedema zerereke mezin lêpirsînek dabû destpêkirin.

Di nûçeya rojnameya Times of Israelê de hatibû destnîşankirin ku her çend artêşa Îsraîlê pergalên parastina asmanî xistibin dewrê jî hewla sekinandina mûşekê bi ser neketiye.

4 kes birîndar bûbûn

Hatibû diyarkirin ku ji ber mûşekeke Îranê rasterast li avahiyeke bajarê Heyfayê ketiye û 4 kes birîndar bûne.

Hatibû tomarkirin ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên artêşa Îsraîlê ji bo dîtina 4 kesên ku dihat texmînkirin di bin kavilan de mane xebatên xwe didomandin.