Mûşek bi ser Tel Evîvê de dibarin lê meyxane şên in

Hewlêr (Rûdaw) - Îran û Hizbulaha Libnanê bi mûşekan êrişî Tel Evîvê dikin lê şêniyên bajar dev ji şahî û meyxaneyan bernadin.

Dîmenên şevê yên bajarê Tel Evîvê nîşan didin ku jiyan bi awayekî asayî didome.

“Em nahêlin me bişkînin”

Şêniyeke Tel Evîvê li ser rewşa bajêr got:

"Tel Evîv zindî ye û bêhna xwe distîne, em nahêlin me bişkînin. Em derdikevin derve, şahiyan dikin, stranan dibêjin û direqisin."

Ji sedî 39ê êrişan li ser Tel Evîvê ne

Tel Evîv yek ji wan bajaran e ku ji 28ê Sibatê ve herî zêde êrişî wan hatiye kirin.

Ji roja ku şer dest pê kiriye ve, 73 caran êrişî Tel Evîvê hatiye kirin.

Ev hejmar jî dike nêzîkî ji sedî 39ê wan êrişên li ser Îsraîlê.

Di encama wan êrişan de, li Tel Evîvê 5 kes hatine kuştin û zêdetirî 200 kesî jî birîndar bûne.

"Ti alternatîva me nîne"

Ciwaneke ji Tel Evîvê qala metirsiyên şer kir û wiha axivî:

"Divê em jiyana xwe bidomînin, çi ji destê me tê? Bi rastî ti alternatîva me ya din nîne.

Tenê dema ku em derdikevin derve, em hinekî baldartir in û li derdora xwe dinêrin ka stargeh li kû ne.

Her ku zengilê hişyariyê lê dixe, em yekser diçin hundirê stargehê."

Nifûsa bajarê Tel Evîvê nêzîkî 450 hezar kesî ye.

Di encama êrişên bi mûşekan ên Îranê de, xisar gihiştiye bi dehan cihên niştecihbûnê yên li Tel Evîvê.

"Xelk tê”

Birêvebirekî klubeke şevê jî li ser rewşê anî zimên:

"Xelk tê, dixwazin demekê dûrî fikar û xeman derbas bikin da ku hinekî barê ser milê xwe sivik bikin û bêhna xwe berdin."

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê, ji destpêka şer ve 23 welatiyên sivîl ên Îsraîlî hatine kuştin û 6 hezar û 900 kes jî birîndar bûne.