Îranê 5 hezar û 533 caran êrişî welatên Kendavê kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezaretên Parastinê yên Erebistana Siûdî, Kuweyt, Îmarat, Behreyn, Uman û Qeterê amarên êrişên ji 28ê Sibatê heta 6ê Nîsana 2026an belav kir.

Li gorî van amaran, di vê demê de Komara Îslamî ya Îranê bi dron û mûşekan 5 hezar û 533 caran êrişî çend cihên wan welatan kiriye.

Ji sedî 49,7ê wan êrişan li Îmaratê hatine kirin.

Êrişên Îranê 6 welatên Kendavê li xwe girtine ku ew jî Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter, Uman, Behreyn û Kuweyt in.

Piraniya êrişan bi dronan in

Di 38 rojên şer de ji wan 5 hezar û 533 êrişên li ser 6 welatên Kendavê, 4 hezar û 940 êriş bi dronan hatine kirin.

Ji sedî 49,4ê wan dronan avêtine Îmaratê ku 2 hezar û 210 dron bûn.

Erebistana Siûdî di rêza duyem de ye û 812 dron avêtine wî welatî.

Kuweyt bi 740 dronan di rêza sêyem de ye.

Para herî kêm a wan êrişên dronan li Umanê bûye ku tenê 9 dron in.

Zêdetirî hezar mûşekan hatin bikaranîn

Ji 28ê Sibatê ve ku şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê dest pê kiriye, bi hezar û 266 mûşekan êrişî wan welatên Kendavê hatiye kirin.

Herî zêde êrişên mûşekî li ser Îmaratê hatine kirin ku 545 êriş bûne û ev jî dike ji sedî 43yê êrişan.

Kuweyt di rêza duyem de ye ku 349 caran rastî êrişên mûşekî hatiye û ev jî dike ji sedî 27,5ê êrişên mûşekî.

Ji wan êrişên mûşekî yên li ser Kuweyt, Îmarat, Siûdiye û Qeterê, hezar û 21 ji wan bi rêya mûşekên balîstîk hatine kirin.

Her wiha 519 êriş li ser Îmaratê hatine kirin û ji sedî 50,8ê êrişan bi mûşekên balîstîk bûne.

Amara êrişên ji 28ê Sibatê heta 6ê Nîsana 2026an:

Erebistana Siûdî: 812 dron, 73 mûşekên balîstîk, 8 mûşekên kruz

Qeter: 93 mûşekên balîstîk, 10 mûşekên kruz, 30 dron

Behreyn: 188 mûşek, 466 dron

Îmarat: 519 mûşekên balîstîk, 26 mûşekên kruz, 2 hezar û 210 dron

Uman: 9 dron, qeyikeke bombebarkirî

Kuweyt: 740 dron, 336 mûşekên balîstîk, 13 mûşekên kruz