Li Kuwêtê îro hilbijartinên parlamentoyê tên kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li welatê Kuwêtê îro hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê tên lidarxistin. Birêveçûna hilbijartinan li Kuwêtê piştî wê yekê tê, ku nêzîkî 9 mehan di ser hilweşandina parlamentoya wî welatî re derbas bûne.  

Îro Sêşemê, 6ê Hezîrana 2023an, hilbijartinên pêşwext taybet bi parlamentoya Kuwêtê tên kirin, ev jî piştî kêmî 9 mehan ji hilweşandina parlamentoya berê ku di 2022an de hatibû hilbijartin.

Dawûd Marafî yek ji berbijêran dibêje: “Bi nerîna min em gehiştine qonaxekê ku krîzên zêde yên siyasî tê de ne, lê îro bikêrhattirîn defet e bo baştirkirina rewşa welat, ev jî bi dengdana bo hêjatirîn berbijêr, bi vî awayî jî em dikarin aramiyê bo vî welatî dabîn bikin.”

207 berbijêr ku di nav wan de 13 jin jî hene, li 5 bazneyên hilbijartinan hevrikiya li ser 50 kursiyên parlamentoyê dikin.

Li wî welatî di hilbijartina vê carê de 792 hezar kesan mafê wan ê dengdanê heye.

Berpirsê Dîjîtal Medyaya hilbijartinên Kuwêtê, Zêyd Sane dibêje: “Em bi saya Xwedê pêşbînî dikin, ku bihevrekarkirin di navbera desthilata cîbicîkar û yasadanînê de hebe bo xizmeta Kuwêtê û gelê Kuwêtê.”

Kuwêt yek ji wan welatên navçeyê ye ku xwedî demokrasiyeke heta astekê cihgirtî ye, ku tê de li nav parlamento opozisyoneke çalak heye çavdêriya karûbarên hikûmetê dike û rexneyan jî lê digire. Ji ber wan rexneyan jî carna dibe sedema ne aramiyê û hilweşandina parlamnetoyê.