06-08-2021
19:25
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro piştî civîna li gel Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, li gel Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf kom bû. Di civînê de pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamî ya Îranê di her warî de li ser bingeha “cîrantiya baş û berjenwediyên hevbeş” hat gotûbêjkirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li gel Serokê Encumena Şûraya Îslamî ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf bi amadebûna Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq birêve çû.
Li gor daxuyaniyê, di civînê de “pêşxistina warên peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamiya Îranê li ser bingeha cîrantiyeke baş û berjewendiya hevbeş û girîngiya parastina asayîş û aramiyê” hatin giftugokirin.
Herwiha di civînê de şanda li gel Nêçîrvan Barzanî û hejmarek ji berpirsên Komara Îslamî ya Îranê jî amade bûn.
Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, derbarê “rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsên din ên girîng û hevbeş” de danustandina bîr û ramanan hat kirin.
16:05
Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî: Em dê têkiliyên bazirganî û aramiya sînoran pêşbixin
Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Îranê tekezî li ser xurtkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Îranê bi taybet di warên aborîm ewlehî û aramî û istiqrara sînoran de kirin.
Di duyemîn roja serdana xwe ya bo Îranê de, îro Înê 6ê Tebaxa 2021 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehranê li gel Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî civiya.
Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq û şanda herêmê jî di civînê de amade bûn.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de, “peywendniyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Komara Îslamiya Îranê, rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û Îranê, aramî û seqamgîrî û warên alîkariya hevbeş”, hatin gotûbêjkirin.
Serokkomarê Îranê û Serokê Herêma Kurdistanê di vê hevdîtinê de behsa peywendiyên dîrokî yên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê kirine û tekezî li ser xurtkirina warên pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Komara Îslamî kirin, bi taybet jî pêşxistina têkiliyên bazirganî, parastina aramî û istiqrara sînoran û navçeyê bi giştî.
Reîsî: Em rijd in li ser pêşxistina peywendiyên Îran û Herêma Kurdistanê
Derbarê civîna îro ya navbera Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî de, malpera Serokatiya Komara Îslamiya Îranê jî ragihandiye, di civînê de Îbrahîm Reîsî ji Nêçîrvan Barzanî re gotiye, “îro rewşeke guncav çêbûye ku li ser bingeha hevbeşiya dîrokî û kulturî, me peywendî û hevkariya bihêztir û pêşketîtir di beşên cur bi cur de û di çarçoveya geşeya aborî de hebe.”
Reîsî herwiha ji Nêçîrvan Barzanî re ragihandiye, “Em rijd in ku me werzeke nû di têkiliyên aborî, çandî û siyasî de di navbera Herêma Kurdistanê wek beşek ji Iraqê û Îranê de hebe.”
Li gor malpera Serokatiya Îranê, di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Serokkomarê Îranê yê nû Îbrahîm Reîsî re gotiye, “Em hêvîdarin bi hatina hikûmeta Îranê ya nû, ew peywendiyên ku me niha hene di hemû waran de pêş bikevin, çimku zemîneke guncav heye bo bihêzkirin û zêdetirkirina peywendiyan bi taybet di asta peywendiyên aborî û bazirganî de.”
10:05
Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlamentoya Îranê civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Tehranê ji aliyê Serokê Parlamentoya wî welatî ve hat pêşwazîkirin.
Piştî civîna li gel Serokkomarê Îranê û di berdewamiya serdana xwe ya bo Îranê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li gel Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî civiya.
Li gor agahiyên Rûdawê ji Tehranê, kêliyek beriya niha civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Baqir Qalîbaf li ofîsa wî li parlamentoya Îranê destpê kir.
Rêwaz Fayiq Seroka Parlamentoya Kurdistanê, Fewzî Herîrî Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Kuyistan Mihemed Wezîra Kar û Karûbarên Civakî, Piştîwan Sadiq Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî, û Mihemed Seîd Elî Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan di civîna Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Baqir Qalîbaf de beşdar in.
Di civînê de, peywendiyên navbera Hewlêr-Tehran û pêşxistina wan peywendiyan û mijarên navçeyî tên gotûbêjkirin.
09:14
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Îranê destpê kir
Hewlêr (Rûdaw) – Civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îranê yê nû Îbrahîm Reîsî li Tehranê destpê kir.
Di civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî de pêwendiyên navbera Hewlêr û Tehranê tên gotûbêjkirin.
Seroka Parlamentoya Kurdistanê, Rêwaz Fayiq, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq, Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Kuyistan Mihemed û Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan Mihemed Heme Seîd wek şanda Herêma Kurdistanê di civînê de amade ne.
Nêçîrvan Barzanî roja Pêncşemmê 5ê Tebaxa 2021 bi mebesta beşdarîkirin di merasîma sondxwarina Îbrahîm Reîsî de gihîşt Tehranê û li Firokxaneya Navdewletî ya Mehrabadê ji aliyê beşek dîplomatên diyar ên Îranê yên peywendîdar bi dosyeya navçeyê ve hate pêşwazîkirin.
08:47
Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî peywendiyên Hewlêr û Tehranê gotûbêj dikin
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Roja Îne ye û li Îranê bêhnvedan e, lê serokkomarê nû yê wî welatî hejmereke civînan lidardixe, ji wan jî ligel Serokê Herêma Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî roja Pêncşemmê 5ê Tebaxa 2021 bi mebesta beşdarîkirin di merasîma sondxwarina Îbrahîm Reîsî de gihîşt Tehranê û li Firokxaneya Navdewletî ya Mehrabadê ji aliyê beşek dîplomatên diyar ên Îranê yên peywendîdar bi dosyeya navçeyê ve hate pêşwazîkirin.
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Îslamî yê Îranê di demekê de ye, peywendiyek bi hêz di navbera Tehran û Hewlêrê de heye, ji wan jî di warên dîplomasî û bazirganî de. Û Nêçîrvan Barzanî jî rolek bi bandor di pêşvebirina van peywendiyan de hebû.
Di Kanûna duyem ya sala 2018ê de Nêçîrvan Barzanî ku wê demê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû, serdana Tehranê kir û çend civînek hebûn, ji wan jî ligel Hesen Rûhanî Serokkomarê wê demê yê welat.
Roja 27ê Nîsana 2021ê jî Mihemed Cewad Zerîf Wezîrê derve yê Îranê serdana Hewlêrê kir û ligel Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî civiya.
Ew a ku peywendî bi warên bazirganî ve heye, 3 deriyên navdewletî yên Başmax, Hacî Omeran û Perwêzxan û 4 deriyên ne fermî yên Kêlê, Seyranbend, Şuşme û Pişte di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de hene.
Qebareya bihevguherîna bazirganî ya 4 mehên derbasbûyî ya Îranê ligel Iraqê, 2 milyar û 800 milyon dolar bû ku milyarek û 680 milyon dolar bi rêya deriyên ligel Herêma Kurdistanê bûye.
Ji xeynî pêşhateyên Iraq û navçeyê, Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî, di civîna xwe de, li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Tehranê, di warên cuda de, diaxivin.
Di serdanê de her yek ji Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Wezîrên Ewqaf û Karûbarên Olî, Rewşenbîrî û Lawan, Karûbarên Civakî, ligel Serokê Herêma Kurdistanê ne; Şandeke Parlamentoya Kurdistanê jî, bi serokayetiya Rêwaz Fayiq, seroka Parlamentoya Kurdistanê li Tehranê ye.