Paraguay balyozxaneya xwe cardin vediguhezîne Tel Avîvê
Hewlêr (Rûdaw) – Paraguay çar meh piştî veguhestina balyozxaneya xwe bo bajarê Quds – Orşelîmê ji biryara xwe vedigere û balyozxaneya xwe vediguhezîne Tel Avîvê.
Wezîrê Derve yê Paraguayê Luis Alberto ragihand ku welatê wî biryar daye ku Balyozxaneya Paraguayê ya li Îsraîlê ku li ser bingeha biryara Amerîkayê ji Tel Avîvê bo Orşelîm - Qudsê vegihestibûn, bibe cihê xwe yê berê û ji biryara xwe vegere.
Luis Alberto herwiha diyar kiriye ku ew hêvî dikin Îsraîl ji vê biryarê nîgeran nebe û bila were bîra wan ku di sala 1947an de Paraguay di Neteweyên Yekbûyî de ji bo berjewendiya damezrandina dewleta Îsraîlê deng da.
Wezîrê Derve yê Paraguayê Luis Alberto eşkere kir ku ji bo bigihîjin rêkeftineke berfirehtir dixebitin û piştî wê, dê balyozxaneyê bo cihê xwe yê berê veguhezînin.