Rûsya li dijî ‘Herêma Ewle’ li Sûriyeyê derket

06-10-2015
Mihyedîn Hisên
Herêma Ewle ya ku Tirkiye plan kiriye
Herêma Ewle ya ku Tirkiye plan kiriye
Nîşan Rûsya Tirkiye Sûriye Herêma Ewle
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Rûsya dest bi êrîşên xwe yên asmanî li Sûriyeyê kir û Tirkiyeyê û Amerîka li dijî wê yekê derketin, Rûsya weke bersivekê ragihand ku ew bi ti awayî avakirina ‘Herêma Ewle’ li Sûriyê qebûl nake.

 

Daxuyaniyên Amerîka û Tirkiye li dijî Rûsya tûj bûne û bi taybet piştî ku balafireke şer a Rûsî kete asmanê Tirkiyê û weke karvedanekê li ser wan daxuyaniyan, Wezareta Derve ya Rûsya ragihand ku ew rê nadin ku herêmeke ewle li Sûriyê li ser pêşniyara Tirkiyê were avakirin.

 

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov ji ajansa Interfax a Rûsyayê re ragihand, ku avakirina herêma ewle li Sûriyeyê binpêkirina yasayên navdewletî ye.

 

Mikhail Bogdanov  got, ku divê rêz ji serweriya Sûriyeyê re were girtin.

 

Tevî vê yekê jî hêj hewlên Tirkiyeyê bo avakirina wê herêma ewle berdewam in û Serokê Encumena Yekîtiya Ewropa Donald Tusk piştî civîna bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re li Brukselê ragihand, ku wan di civîna xwe de behsa avakirina herêma ewle li Sûriyê jî kiriye.

 

Derbarê derbasbûna balafirên şer ên rûsî bo nav esmanê Tirkiyeyê jî, Serokê Encumena Yekîtiya Ewropa Donal Tusk ragihand, ew yek binpêkirin yasaya navdewletî ye û daxwaz ji Rûsyayê kir wî karî rawestîne.

 

Li ser heman mijarê, Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu di daxuyaniyekê de ragihand, Rûsya ji wan re gotiye ku derbasbûna balafira wê bo nav sînorê esmanî yê Tirkiyeyê şaşiyeke teknîkî bûye, lê ligel wê çendê jî Davutoglu hişyarî da Rûsyayê û got, ji mafê Tirkiyê ye eger balafirên welatên din bê destûr derbasî esmanê wê bibin, wan balafiran bixe xwarê.

 

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry jî ragihand ku derbasbûna balafira rûsî bo esmanê Tirkiyeyê gaveke metirsîdar bû ji ber ku egera wê yekê hebû Tirkiye mafê xwe bikar anîba û balafira rûsî xistiba xwarê.

 

John Kerry herwiha got,  ew dê ji Rûsya bixwazin ku pêwendiyên xwe bi welatên din re baştir bikin daku şaşîtiyên wisa dubare nebin.

 

Ji aliyekî din ve Wezîrê Parastina Amerîka Ahton Carter ragihand ku stratejiya Rûsya li Sûriyeyê şaş e, ji ber ku şerê hêzên dijbereya Sûriyeyê dike.

 

Ashton Carter di konferanseke rojnamevaniyê de li Madrîd a paytexta Spaniya ragihand ku Rûsya krîza Sûriyeyê kûrtir kir daku desthilata wî welatî biparêze.

 

Her derbarê êrîşên Rûsya li Sûriyeyê de Hevpeymaniya Dijbereya Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku Rûsya li Humsê êrîşî xelkê sivîl dike.

 

Hevpeymaniya Dijbereya Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de tekez kir, Rûsya ji ber wê yekê êrişî sivîlan dike daku ew neçar bibin ji navçeyê xwe derkevin û demografiya wê derê were guhertin.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin, ku Rûsya bi wan êrişan hewl dide tayîfeyek li cihê tayîfeyeke din were bicihkirin, weke amajeyekê bo wê yekê ku Rûsya û desthilata Sûriyeyê êrîşî suneyan dikin daku ji cihên xwe derkevin û şîe û elewiyên alîgirên Serokê Sûriyeyê Beşar Esed li cihên wan bicih bikin.

 

Ev pêşhat di demekê de ye ku Wezareta Parastina Rûsya ragihand ku hêzên wan di roja borî de 25 êrîşên asmanî li Sûriyeyê pêk anîne.

 

Rûsya dibêje, balafirên wê êrîşî DAIŞê û Eniya El-Nusra dikin, lê dijbereya Sûriyeyê dibêjin, balafirên Rûsya nek cihê DAIŞê belku cihên komên çekdar ên ser bi dijbereyê ve bombebaran dikin ku li gor gotina wan di wan êrişan de xelkê sivîl jî dibin qurbanî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst