Mihemed Bîn Selman: Li şûna her bermîleke Îranê em dê du bermîlan hinarde bikin

06-10-2018
RÛDAW
Nîşan Sûdî Îran Neft Bermîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -

Şahzadeyê Erebistana Siûdî ragihand, ku li beramberî her bermîleke nefta Îran kêmtir hinarde bike, Siûdî dê du bermîlên neftê hinarde bike û dê bi vê şêweyê kêmbûna neftê ya di bazarên cîhanê de tijî bike.

 

 

Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman amaje bi wê yekê kir, ku Siûdî ti caran nirxê neftê diyar nake û got: “Amerîka ji Siûdî û welatên din ên endamên OPECê daxwaz kiriye, ku kêmbûna hinardeya nefta Îranê qerebû bikin. Em bi xwe amade ne di vê mijarê de hevkariyê bikin.”

 

Şahzadeyê Erebistana Siûdî li ser tijîkirina şûna nefta Îranê got: “Hinardeya nefta Îranê di rojekê de bo 700 hezar bermîl kêm dibe û li beramberî vê yekê welatên OPECê di rojekê de bi qasî  1.5 milyon bermîl nefta zêdetir hinarde dikin. Wateya vê jî ew e, ku li beramberî her bermîleke nefta ku Îran hinarde nake, em du bermîlan hinarde dikin.”

 

Mihemed Bîn Selman herwiha da xuyakirin, bilindbûna nirxê neftê peywendiyê bi Îranê re tune ye, kêşeya hinardekirina neftê li welatên Kanada, Lîbya, Venezûella û çend welatên din jî tekez hebû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst