Şêwirmendê Leşkerî yê Rêberê Îranê: Nabe ti çekdarên dijberê Îranê li Herêma Kurdistanê hebin

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Bilind ê Leşkerî yê Elî Xaminêyî Rêberê Îranê derbarê partiyên Rojhilatê Kurdistanê de hişyarî da Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ragihand, “nabe ti çekdarekî dijberê Komara Îslamî li navçeyên di bin desthilata wan de hebe ku bixwaze ewlehiya sînoran têk bide.”

Yehya Rehîm Sefewî, Şêwirmendê Bilind ê Leşkerî yê Elî Xaminêyî Rêberê Îranê ji medyaya Îranê re ragihandiye, “Îranê gelek caran ragihandiye ku nabe Herêma Kurdistanê bibe cihê kombûna dijberê şoreşa Îranê, berî êrişên hêza bejayî ya Supaya Pasdaran bo ser navendên kombûna wan grûpan li Herêma Kurdistanê jî, bi fermî hat ragihandin ku nabe li wan navçeyan dijberên Komara Îslamî hebin.”

Di sala 1995an de, Supaya Pasdaran bi hêzeke mezin û topxaneya xwe ji aliyê Silêmaniyê ve derbasî nav axa Herêma Kurdistanê bû û hêzên xwe li nêzîk qezaya Koyê bicih kir û piştre êrişî ser binkeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) kir, ku wê demê bi firîna firokeyên hevpeymanan li esmanê navçeyê, Îranê hêzên xwe paşde vegerand.

Piştî çendîn salan bêdengî, di 1ê Hezîrana 2016an de fermandarê wê demê yê Supaya Pasdaran Hisên Selamî derbarê hebûna partiyên Rojhilatê Kurdistanê di nav axa Herêma Kurdistanê de hişyarî dabû û gotibû, “her xalek ku bibe çavkaniya çêbûna metirsiyê li ser Komara Îslamî, em dê bêyî berçavgirtina ti têbîniyekê ji nav bibin.”

Du sal paştir, di 8ê Îlona 2018an de, Supaya Pasdaran êrişeke mûşekî bo ser baregeha Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) pêk anî û di encamê de 17 kesan ku hejmarek ji wan endamên serkirdatiya wê partiyê bûn, jiyana xwe ji dest dan.

Yehya Rehîm Sefewî ku bixwe 10 salan Fermandarê Supaya Pasdaran bûye, tevî ku hişyariyê dide partiyên Rojhilatê Kurdistanê, tekez kiriye, “li her cihekî sînorên Îranê bin û hikûmetên vê navçeyê penahê bidin wan û pêwîstî û çekan bidin wan, em dê li dijî wan grûpên dijber derkevin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Seîd Xetîbzade jî pêr 4ê Cotmeha 2021an de hişyariyek tund da Herêma Kurdistanê û Iraqê û got, “sebra stratejîk a Îranê êdî bi dawî bûye” û Herêma Kurdistanê û Iraq divê wan grûpan û binkeyên wan kom bikin û çekan ji wan bisîtin.

Di çend salên bihorî de jî, Supaya Pasdaran gelek caran binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê topbaran kiriye. Îsal jî berpirsên Îranê gefên xwe bo ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê û  guvaşên xwe bo ser hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo sînordarkirina tevgerên wan aliyan zêdetir kirine.

Roja 12ê Îlona 2021an, Sekreterê Encûmena Bilind a Asayîşa Niştimanî ya Îranê Elî Şemxanî di civîna ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de li Tehranê, çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê wek cihê nîgeraniyê anîn ziman û daxwaza “Bêçekkirin û derxistina bi bilez” a wan partiyan ji Herêma Kurdistanê kir.

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî roja 6ê Îlona îsal di rêya Navenda Hevkariyê re bersiva gefên Îranê dabû û di daxuyaniyekê de daxwaz ji civaka navdewletî, hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê kiribû, li dijî gefên Îranê rawestin.

Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû, Komara Îslamî li krîzeke din digere û destnîşan kiribû, “ew cihên ku Îran gefa armanckirina wan dixwe, cihên jiyana penaberên siyasî, xelkê sivîl û bi sedan jin û zarokên penaber in ku ji ber siyaseta serkutkirina desthilata Îranê ax û welatê xwe bich hiştine û li wan deveran dijîn.”

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji sala 1983an ve û piştî ku Komara Îslamiya Îranê dest bi ser tevahiya navçeyên rizgarkirî yên Rojhilatê Kurdistanê de girt, binke û baregehên xwe bo nav axa Başûrê Kurdistanê veguhastin.

Bi salan e wna partiyan ji ber rewşa Herêma Kurdistanê û jibo ku zirarê negihînin destkevtên Kurdan li Başûrê Kurdistanê, çalakiyên xwe yên çekdarî rawestandine.