Hikûmeta Xezeyê: Banga agirbestê heye lê Îsraîlê di 2 rojan de 94 Filistînî kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta li Xezeyê ragihand ku artêşa Îsraîlê guh nade banga agirbestê ya ku Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kiribû û bersiva erênî ya Hemasê û êrişên xwe didomîne.

Di daxuyaniya nivîskî ya ofîsa çapemeniyê ya hikûmetê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê "êrişên xwe yên hovane yên li ser gelê Filistînê didomîne" û hat gotin:

"Îsraîla dagirker, guh nade banga agirbestê ya ku Serokê Amerîkayê ragihandiye û berteka erênî ya Hemasê û êrişên xwe didomîne."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirinn ku artêşa Îsraîlê ji sibeha şemiyê heta êvara yekşemê li herêmên cuda yên Xezeyê bi 131 êrişên asmanî û topbaranê “êrişî cihên sivîlan kiriye.”

Hat ragihandin ku di êrişan de 94 sivîl mirine ku jin û zarok jî di nav wan de û 61 ji wan ji bajarê Xezeyê ne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êriş "parçeyek ji komkujiya berdewam a li dijî gelê Filistînê ne", Îsraîl bangên agirbestê yên civaka navneteweyî piştguh dike û "hewlên xwe yên ji bo kuştina sîstematîk a sivîlan didomîne."

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ku Hemas pêşniyara agirbest û bihevguhertina dîlan qebûl bike heta êvara yekşemê (05-10-2025) dem dabû Hemasê.

Hemasê jî ragihand ku di çarçoveya plana agirbestê ya Trump a ji bo Xezeyê de razî ye hemû dîlên Îsraîlî serbest berde.