Îsraîl: Ji destpêka şerê Xezeyê ve 1152 endamên ewlehiyê hatine kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Îsraîlê ragihand ku ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve bi taybetî di pevçûnên li Xeze û Libnanê de 1152 endamên ewlehiyê hatine kuştin.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê derbarê ziyanên xwe yên ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji 7ê Çiriya Pêşîn ve bi taybetî di pevçûnên li Xeze û Libnanê de 1152 endamên ewlehiyê hatine kuştin.
Li gorî amarên artêşê, ji 7ê Çiriya Pêşîn ve 6 hezar û 313 leşker birîndar bûne ku 2 hezar û 952 ji wan di pevçûnên li Xezeyê de ne.
Televîzyona Kanal 12ê ragihand ku ji van endamên ewlehiyê 1035 leşker, 100 polîs, 9 endamên îstixbaratê û 8 jî gardiyanên ku di servîsa girtîgehan de dixebitin in.
Her wiha di nûçeyê de hat destnîşankirin ku ji Çiriya Pêşîn a 2023yan ve zêdetirî 30 hezar Îsraîliyan ji ber nexweşiyên derûnî serî li saziyên pêwendîdar daye.