Parlamentoya Îsraîlê rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dike
Hewlêr (Rûdaw) – Biryar e parlamentoya Îsraîlê îro rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj bike.
Îro Parlamentoya Îsraîlê ku wek Knesset tê naskirin, piştî êrîşên Tirkiyê yên ji 9ê Cotmeha derbasbûyî ve, yekem car rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dike.
Li gor medyaya Îsraîlê, Parlamenterê Partiya Şîn û Spî Zîvî Havzer proje-yasayek di vê derbarê de amade kiriye û li ser êrîşa Tirkiyê û piştgirîkirina Kurdan li bakurê rojhilatê Sûriyê daxwaza helwêstê ji hikûmetê dike.
Di nûçeyên medyaya Îsraîliê de hate gotin ku ligel şermezarkirina êrîşê ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropa û Encûmena Nûneran a Amerîkayê ve, heta niha ti helwêstekî fermî ji Îsraîlê nehatiye bihîstin, loma îro ew mijar tê gotûbêjkirin.