Hakan Fîdan: Ji bo Îraqê çi ji destê me tê em dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku ew giringiyeke mezin didin pêwendiyên xwe yên cîrantiyê yên bi Îraqê re.

Fîdan diyar kir ku ew bi biryardarî piştgiriyê didin polîtîkayên hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê li Foruma Dohayê ya li Qeterê bersiva pirsa Rûdawê da.

Hakan Fîdan diyar kir ku Tirkiye girîngiyeke mezin dide girêdanên xwe yên dîrokî yên bi Îraqê re.

Fîdan diyar kir ku ew hewl didin alîkariya Îraqê bikin û got: "Ji bo ku Îraq pirsgirêkên xwe yên berê çareser bike û xizmetguzariyên bingehîn pêşkêşî gelê xwe bike, çi ji destê me tê em dikin."

"Em piştgiriyê didin polîtîkayên hikûmeta Sûdanî"

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê destnîşan kir ku di nava çar salên dawî de ew piştgiriyê didin hikûmeta niha û wiha domand:

"Em bi biryardarî piştgiriyê didin polîtîkayên hikûmeta Sûdanî yên di warên gihandina xizmetguzariyên bingehîn a ji bo gel, xurtkirina binesaziyê û warên din ên bipêşketinê de."

Fîdan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser potansiyela hevkariyê û got, "Di navbera Îraq û Tirkiyeyê de di warên bazirganî, ewlehî, teknolojî, perwerde û gelek warên din de potansiyeleke mezin a hevkariyê heye."