DEM Partî: Divê êrişên Şamê bilez bên rawestandin

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand ku divê êrişa birêvebiriya Şamê ya li dijî Kurd û Suryaniyan bilez bê rawestandin.

DEM Partiyê derbarê êrişên hikûmeta Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan ên li Helebê daxuyaniyek belav kir.

DEM Partiyê ragihand ku komên çekdar ên wekî Hemzat, Emşat, Sultan Mûrad û Nûredîn Zengî yên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, tev li van êrişan bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên birêvebiriya Şamê Peymana 10ê Adarê û lihevkirina 1ê Nîsanê ji holê radike.

"Operasyona tunekirinê ye"

DEM Partiyê hişyarî da ku jiyana zêdetirî 200 hezar sivîlan di metirsiyê de ye û got:

"Êrişên li Helebê yên li ser taxên Kurdan operasyoneke tunekirinê ye.

Komkujiya ku li Siwêdayê li dijî Durziyan hatibû xwestin were kirin, ya dijwartirê wê niha li taxên Kurdan ên Helebê tê xwestin ku were kirin."

Banga ji bo hêzên navbeynkar

DEM Partiyê bal kişand ser rola komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê û got ku ew jî di nava van êrişan de cih digirin.

Her wiha DEM Partiyê bangî hêzên navbeynkar û garantor kir ku berpirsiyariya xwe bi cih bînin û demildest êrişan rawestînin.