Dan û standinên Îran û Amerîkayê: Trump dibêje ‘pir baş e’, Tehran bi guman e
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bal kişand ser dan û standinên nerasterast ên li gel Amerîkayê yên li Umanê û got, "Divê xebatên dewlemendkirina uranyumê bidomin û ev mafê me ye.”
Eraqçî ji bo beşdarî 17emîn Foruma Al Jazeerayê bibe çûbû Qeterê û li wir ji televîzyona Al Jazeerayê re axivî.
Eraqçî îdia kir ku bombebaranên Amerîka û Îsraîlê nekarîne şiyana nukleerî ya Îranê ji holê rakin û anî got: “Divê xebatên dewlemendkirina uranyumê bidomin û ev mafê me ye.
Em ji bo peymaneke ku di mijara rêjeya dewlemendkirinê de baweriyê bide amade ne.”
Eraqçî diyar kir ku wan ji bo dan û standinên bi Amerîkayê re destpêkekê baş kiriye lê ji bo avakirina baweriyê di navbera her du welatan de pêdivî bi demeke dûvdirêj heye.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê di berdwamiyê jî de got, “Fûze bi ti awayî nabe mijara dan û standinan çimkî ev mijar ji bo parastina me ye.”
Eraqçî destnîşan kir ku divê dan û standin ji her cure gef û fişaran dûr bin û ducare kir ku ew ji Amerîkayê li benda nêzîkatiyeke bi vî rengî ne.
Wezîrê Îranî li ser êrişeke muhtemel a Amerîkayê jî hişyarî da û got, "Eger Washington êrişî me bike, derfeta me nîne ku em êrişî axa Amerîkayê bikin lê em dê baregehên li herêmê bikin hedef."
Dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de
Dan û standinên nukleerî yên di navbera Îran û Amerîkayê de ku Hezîrana 2025an piştî êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê hatibûn birîn, li Umanê ducare dest pê kiribûn.
Dan û standin di demekê de hatin kirin ku tansiyona di navbera Tehran û Washingtonê de ducare bilind bûye û Washingtonê li herêmê hêzên xwe yên leşkerî li dijî Tehranê zêde kirine.
Di dan û standinan de serokatiya şandeya Îranê Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî dikir û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff jî nûnertiya Amerîkayê dikir.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî li ser hevdîtinên bi Amerîkayê re gotibû, "Dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de yên li Mesqetê, bi lihevkirina aliyan a li ser domandina hevdîtinan bi dawî bûn."
Parlamentoya Îranê Em dev ji şiyana fûzeyên xwe bernadin
Li aliyê din, Berdevkê Komîteya Ewlehiya Niştimanî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Rizayî derbarê dan û standinên bi Amerîkayê re tabloyeke reşbîn xêz kir.
Rizayî bernameya fûzeyan a welatê xwe wekî "garantora bingehîn a ewlehiya niştimanî" pênase kir û teqez kir ku bi ti awayî dev ji van şiyanan bernadin.
Rizayî ji çapemeniya welatê xwe re axivî û daxwaza teslîmkirina hêza parastinê wekî daxwazeke "trajîkomîk" nirxand.
Rizayî hevdîtinên dawî yên li Mesqeta paytexta Omanê nirxandin û bal kişand ser gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump û got, "Divê bi dijmin re di pozîsyoneke lawaz de neyê axaftin" û parast ku li hemberî hêzeke ku tim gefan dixwe bikaranîna zimanekî nerm nabe sedema paşvegavavêtinê.
Rizayî diyar kir ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya dan û standinan ne geşbîn e û got, "Eger fûzeyên me tunebûna, dijmin heta niha Îran wêran kiribû."
Amerîka ji bilî rawestandina dewlemendkirina uranyumê, daxwaz dike ku dûrahiya fûzeyên Îranê û şiyana wan jî were sînordarkirin.
Trump got "pir baş e", Tehran bi tevdîr e
Piştî hevdîtinan Serokê Amerîkayê Donald Trump diyaloga di navbera Witkoff û Eraqçî de wekî "pir baş" pênase kir û ragihand ku alî dê destpêka hefteya bê ducare werin ba hev.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Eraqçî jî hevdîtin wekî "destpêkekê baş" pênase kir lê diyar kir ku domandina pêvajoyê bi şêwirên li paytextan û biryarên stratejîk ve girêdayî ye.