SOHR: Çekdarên eşîran bîrên petrolê wekî xenîmetan dibînin û şer dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman ragihand ku li rojhilatê Feratê şerê li ser bîrên petrolê di navbera çekdarên eşîran de heye û tekez kir ku divê dorpêça li ser Kobaniyê were rakirin.
Ramî Ebdulrehman her wiha diyar kir ku hejmara bîrên petrolê yên di bin kontrola eşîran de gelek in û destnîşan kir ku şerê li ser wan bîran, piştî vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji wan herêma, dest pê kiriye.
Birêvebirê SOHRê Ramî Ebdulrehman îro ji Rûdawê re axivî û got, eşîrên çekdar wan bîran wekî "xenîmetan" dibînin.
Ramî Ebdulrehman da zanîn ku ev rewş ji sala 2012an ve heye û got, "Şêxên eşîran ev bîr ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne."
"Ma dewlet dê bi çekdarên alîgirên xwe re şer bike?"
Ramî Ebdulrehman pirsî, "Eger dewlet bixwaze bi zorê kontrola xwe li ser wê deverê ferz bike, dê bi kê re şer bike? Ma dê bi çekdarên eşîran ên alîgirên desthilatê re şer bike?"
Birêvebirê SOHRyê amaje pê kir ku "gelek şêxên eşîran bîrên petrolê kontrol dikirin û dahata wê ji bo xwe dibirin, ne ji bo xelkê wê herêmê."
Ramî Ebdulrehman got li ser gotûbêjên hilberîna petrolê jî pirsî, “Gelo heke aramiya ewlehiyê tune be, dewletên Rojava dê şirketên xwe bişînin wê herêmê?"
Ramî Ebdulrehman hejmarên ku li ser hilberîna petrolê tên belavkirin rexne kirin û got:
"Behsa hejmarên xeyalî dikin ku li ser axa Sûriyeyê nînin, wekî milyonek bermîl petrol.
Ez nizanim ku di dîroka Sûriyeyê de rojane milyonek bermîl petrol hatibe derxistin."
"Divê dorpêça li ser Kobaniyê were rakirin"
Ramî Ebdulrehman derbarê rewşa Kobaniyê got, tevî ku behsa rêkeftina 29ê Kanûna Paşîn tê kirin, "Dorpêça li ser Kobaniyê didome, derman nagihin navçeyê û birçîkirina xelkê Kobaniyê jî didome."
Ramî Ebdulrehman bal kişand li ser talankirina malên Kudan û got, "Dema dikevin gundên Kobaniyê, em dibînin ku mal û milkên Kurdan ji aliyê wan çekdarên ser bi Wezareta Parastinê ve tên talankirin."
Birêvbirê SOHRyê her wiha got, “Divê dorpêça li ser Kobaniyê were rakirin. Têrê nake ku hinek alîkariyên mirovî ji aliyê Heyva Sor a Sûriyeyê yan aliyên din ve bên şandin.
Eger di bicihanîna vê rêkeftina di navbera HSD û hikûmeta Şamê de ciddiyet hebe, divê dorpêç were rakirin."
Talankirin û wênekirin
Ramî Ebdulrehman çekdarên alîgirên Şamê bi talankirin û wênekirina kiryarên xwe tohmetbar kirin û got:
"Tişta kenê mirovan tîne ew e ku ew bi xwe dîmenên talankirina mal û milkan dikişînin, wekî ku sala 2018an dema ketin Efrînê kiribûn."
Ramî Ebdulrehman di dawiyê de got, “Tu îro ji min re behsa yekîtiya niştimanî dikî û di heman demê de mal û milkên Kurdan talan û wêran dikî.
Em behsa kîjan yekîtiya niştimanî dikin di bin siya van kiryaran de? Ev kiryar tenê nîşan didin ku ew dagirker in û her tiştê li pêşiya xwe wekî xenîmeta şer talan dikin."
Fermandarê Ewlehiya Navxweyî ya Parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî beriya du rojan li navenda fermandariyê şandeyeke xelkê Kobaniyê pêşwazî kiribû da ku pêwendiyan xurt bikin û li ser rewşa ewlehiyê agahiyan bistînin.
Li gorî Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê, di civînê de behsa bicihanîna rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê û hêsankirina vegera koçberan hatibû kirin.
Rojane bi hezaran welatî ji bo bidestxistina nan di rêzên dirêj de disekinin, bi hêviya ku çend nanan peyda bikin da ku jiyana xwe bidomînin.
Şêniyên bajêr li benda rakirina dorpêçê ne û bangî civaka navneteweyî dikin ku zextê li hikûmeta Sûriyeyê bike da ku dorpêçê rake.
Xelkê Kobaniyê ji ber qutbûna elektrîkê di tariyê de dijîn û her wiha rastî krîzeke giran a ava vexwarinê hatine.