USS Gerald R. Ford gihişt Deryaya Sor

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku keştiya balafiran a herî mezin a Amerîkayê USS Gerald R. Ford di Kanala Suweyşê re derbas bûye û gihiştiye Deryaya Sor.

Li gorî nûçeya Enstîtuya Deryayî ya Amerîkayê (USNI), keştiya balafiran ji ber zêdebûna aloziyên li Rojhilata Navîn çûye herêmê.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) doh wêneyên derbasbûna keştiya balafiran a Ford û destroyera Amerîkayê USS Bainbridgeyê (DDG-96) yên di Kanala Suweyşê re parve kirin.

Di daxuyaniya berê ya Pentagonê de hatibû diyarkirin ku nîvê meha sibatê biryar hatiye dayîn ku keştiya balafiran a Ford li Rojhilata Navîn were bicihkirin û tê plankirin ku erkê wê heta gulana sala pêşiya me bidome.

Bi vî awayî li herêmê du keştiyên balafiran ên Amerîkayê dest bi erkê xwe kir.

Keştiya USS Gerald R. Ford li Deryaya Sor, keştiya balafiran a USS Abraham Lincoln (CVN-72) jî li Deryaya Umanê dixebite.

Li gorî analîzên çavkaniyên vekirî, Amerîkayê ji ber şerê ku bi Îranê re dest pê kiriye, hebûna xwe ya leşkerî ya li Rojhilata Navîn derxistiye asta herî bilind a salên dawî.

Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê

Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir.

Îranê jî li gel Îsraîlê, bi êrişên li ser hinek welatên herêmê yên wekî Kuweyt, Qeter, Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) û Behrêynê bersiv da ku baregehên Amerîkayê li wan hene.

Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de, li gel Rêberê Îranê Elî Xamineyî gelek rayedarên pilebilind hatin kuştin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Huseyîn Kermanpûr ragihand ku di êrişên Amerîka û Îsraîlê de 926 kes mirine.

Îsraîlê jî eşkere kir ku ji destpêka êrişên dualî yên bi Îranê re heta niha 11 kes mirine û 502 kes birîndar bûne.