Bessent: Êrişa herî mezin dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku ew dê "êrişa herî mezin a bombebaranê" li ser Îranê bidin destpêkirin.

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent diyar kir ku ew dê êrişî rampayên mûşekan û tesîsên hilberîna mûşekan bikin.

Bessent eşkere kir ku Washingtonê ji bo ewlekirina hat û çûyîna keştiyan a li Tengava Hurmizê pêngavên nû avêtine.

Bessent destnîşan kir ku ew dê bi taybetî kapasîteya mûşekan a Îranê bikin hedef û got:

"Dê îşev êrişa me ya herî mezin a bombebaranê çêbibe.

Em dê zerera herî mezin bidin rampayên mûşekan û kargehên ku mûşekan hildiberînin.

Em vê kapasîteyê bi awayekî cidî lawaz dikin."

"Hewl didin kaosa aborî derxin"

Bessent parast ku piştî êrişên "têkder" ên Amerîkayê Îranê di qada leşkerî de tiştê xwestiye bi dest nexistiye û got ku birêvebiriya Tehranê vê carê hewl dide di qada aborî de zextê bike û biland:

"Dema di qada leşkerî de bi ser neketin hewl didin kaoseke aborî derxin lê ez bawer nakim ku di vê yekê de bi ser bikevin."

Birêvebiriya Trump ji ber aloziya bi Îranê re ji bo keştiyên Amerîkayê yên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin desteka sîgortayê xurt kir.

Nêzîkî ji sedî 20ê bazirganiya petrol û gaza cîhanê di vê rêya avî ya stratejîk re derbas dibe.

Bessent diyar kir ku bi destpêkirina pevçûnan re şirketên sîgortayê temînatên ji bo keştiyên li herêmê rawestandine û ev yek dikare bibe sedema guherînan di bazarên gerdûnî yên enerjiyê de.

20 milyar dolar sîgorta

Saziya Fînansê ya Bipêşketina Navneteweyî ya Amerîkayê (DFC) ragihand ku ji bo ewlehiya keştiyên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin heta 20 milyar dolarî desteka sîgortayê dabîn dike.

Bessent da zanîn ku armanca bernameyê ew e ku bi sîgortakirina keştiyên ku petrol, kel û pel û gubre vediguhêzin baweriya bi bazirganiya deryayî ducare were avakirin.

Bessent bi bîr anî ku Îranê gotiye Tengava Hurmizê vekirî ye lê rê nade keştiyên pêwendiya wan bi Amerîka û Îsraîlê re heye derbas bibin.

Wezîrê Xezîneyê destnîşan kir ku eger pêwîst be dê Hêzên Deryayî eskortiyê ji keştiyan re bikin.

Bessent diyar kir ku ji bo derbasbûna ewle ew li benda nirxandinên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ne û got:

"Ez nizanim hefteyek e yan du hefte ne lê em di rêya çareserkirina vê pirsgirêkê de ne."