Qeter: Me 9 dronên Îranê dan erdê

07-03-2026
Nîşan Îran Qeter Dron Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qeterê ragihand 10 dronên Îranê hewl daye êrişî axa wan bikin û wan 9 ji wan xistine xwarê.

Wezareta Parastinê ya Qeterê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku welat ji berê sibê ve rastî "pêlên êrişan ên ku 10 dronên Komara Îslamî ya Îranê jî tê de bûn" hatiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 9 dron bi serkeftî hatine bêbandorkirin û dronekê jî herêmeke çol kiriye hedef.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên Qeterê ji bo parastina serwerî û axa welat xwedî şiyan û çavkaniyên pêwîst in.

Her wiha bangî xelk, niştecih û geştyaran hat kirin ku aram bimînin û guh bidin fermanên rayedarên ewlehiyê.

Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê êrişeke berfireh û hevbeş bir ser Îranê.

Ev êriş heta niha jî didomin û di vê demê de çend caran parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê jî bûne armanc.

Li hemberî vê yekê, hêzên çekdar ên Îranê, bi taybetî jî Supaya Pasdaran, bi gelek mûşek û dronan êrişî Îsraîl û baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê kiriye.

Li gorî amarên dawî yên Saziya Şehîd û Kêmendaman a Îranê, heta niha kuştina hezar û 332 kesan hatiye piştrastkirin û 6 hezar û 186 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst