Supaya Pasdaran gef li partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwar

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan bi mûşekan li baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê xistiye.

Supaya Pasdaran îdia kir ku Amerîka hewl dide wan partiyan li dijî Îranê derxe qadê.

Li gorî daxuyaniya Supaya Pasdaran a Îranê, baregehên wan partiyan vê sibehê saet 04:30î hatine armanckirin.

Hat destnîşankirin ku yekîneyên mûşekan ên Supaya Pasdaran ji sê cihan ve êriş kiriye.

Di daxuyaniyê de gef li partiyên Rojhilatê Kurdistanê hat xwarin û wiha hat gotin:

"Eger ew partî li dijî yekparçeyiya axa Îranê bikevin nava ti tevgerê, dê bersiva Îranê gelekî tund be."