Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser welatê wî "destdirêjiyeke bêsedem in."
Wî diyar kir ku ev êriş di dema dan û standinên dîplomatîk de hatine kirin.
Her wiha rexneyên tund li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) girtin û got, "Hûn tenê ji bo aboriya cîhanê dilgiran in."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, îro bersiv da peyama Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres.
Beqayî li ser hesabê xwe yê Xê wiha nivîsî:
"Tiştê ku diqewime ne şer e, destdirêjiyeke bêsedem e. Vê destdirêjiyê ji aliyê du welatên xwedî çekên atomî ve li dijî Îranê dest pê kiriye."
“Em di nava dan û standinan de bûn”
Beqayî amaje pê kir ku ew di nava dan û standinên "dîplomatîk ên cidî" de bûn.
Wî destnîşan kir ku di 9 mehên borî de ev cara duyem e ku Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kiriye.
Rexneyên li Guterres
Berdevkê Wezareta Karên Derve rexne li helwesta Guterres girtin ku wî qala metirsiyên şer ên li ser aboriya cîhanê kiribû.
Beqayî di vê derbarê de wiha axivî:
"Hûn ji bo aboriya cîhanê dilgiran in lê gelo hûn ji bo wan welatiyên bêguneh jî dilgiran in?
Di nav wan de 175 keçên xwendekar hene ku li bajarê Mînabê bi kom hatin kuştin."
Beqayî bangî Neteweyên Yekbûyî kir ku berpirsyariya xwe ya yasayî û exlaqî ya li hemberî vî "şerê neheq" hilgire.
Wî her wiha xwest ku NY xwedî helwesteke zelal be.
Bîlançoya şerê Îranê
Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê êrişeke berfireh û hevbeş bir ser Îranê.
Ev êriş heta niha jî didomin û di vê demê de çend caran parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê jî bûne armanc.
Li hemberî vê yekê, hêzên çekdar ên Îranê, bi taybetî jî Supaya Pasdaran, bi gelek mûşek û dronan êrişî Îsraîl û baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê kiriye.
Li gorî amarên dawî yên Saziya Şehîd û Kêmendaman a Îranê, heta niha kuştina hezar û 332 kesan hatiye piştrastkirin û 6 hezar û 186 kes jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse