Serokkomarê Îranê lêborîn xwest û biryareke nû eşkere kir

1 demjimêr berê
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan / Wêne: Arşîv
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan / Wêne: Arşîv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku li gorî biryara Konseya Rêberiya Demkî, heta ku êrişî Îranê neyê kirin ew dê êrişî welatên cîran nekin û mûşekan neavêjin.

Mesûd Pizîşkiyan, di axaftina xwe de ku di televîzyona dewletê de hat weşandin, li ser siyaseta ewlehiyê ya welatê xwe daxuyanî dan.

Pizîşkiyan amaje pê kir ku di êrişên Amerîka û Îsraîlê de Rêberê Îranê Elî Xamineyî, sivîl, rayedar û xwendekar mirine.

Wî diyar kir ku wan li hemberî êrişên Amerîka û Îsraîlê welatê xwe parastiye.

“Ez ji welatên cîran lêborînê dixwazim”

Pizîşkiyan li ser êrişên bersivdayînê yên Îranê ku baregeh û hedefên Amerîkayê yên li hinek welatên cîran bûn armanc, ev gotin bi kar anîn:

"Ez ji wan welatên cîran ên ku rastî êrişan hatine lêborînê dixwazim. Rêber, fermandar û xwendekarên me ji ber êrişa hov a dijmin canê xwe ji dest da.

Hêzên me yên çekdar ji bo ku xaka me bi rûmet û bi hêz biparêzin ya pêwîst kir."

Serokkomarê Îranê destnîşan kir ku ew naxwazin êrişî cîranên xwe bikin û got:

"Nêta me nîne ku em êrişî welatên cîran bikin. Ew birayên me ne.

Em hewl didin ku em bi wan re mil bidin hev û aştî û aramiyê pêk bînin."

Biryara Konseya Rêberiya Demkî

Piştî kuştina Rêberê Îranê Elî Xamineyî, li gorî destûrê "Konseya Rêberiya Demkî" hat avakirin.

Pizîşkiyan behsa biryara ku di vê konseyê de hatiye dayîn kir û pê de çû:

"Doh, di Konseya Rêberiya Demkî de biryar hat dayîn ku heta ew êrişî me nekin, em êrişî welatên cîran nekin û mûşekan neavêjin wan."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst