Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê red dike ku wan Tengava Hurmizê girtibe yan jî bixwazin bigirin.
Wî gef li Herêma Kurdistanê xwar û got, eger ew alîkariya partiyên Rojhilatê Kurdistanê bikin, dê binesaziya wan bikin armanc.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê Ebulfezl Şikarçî di hevpeyvîneke medyayî de behsa hinek mijarên taybet kir.
Mijarên ku wî bal kişand ser wan, şerê welatê wî yê li gel Amerîka û Îsraîlê, îhtimala girtina Tengava Hurmizê û partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn.
Ebulfezl Şikarçî amaje bi astengiyên hatin û çûyîna keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê kir û got:
"Me Tengava Hurmizê negirtiye û em nagirin, ev der di serî de ya welatên Misilman e û paşê jî ya cîhanê ye."
“Rê li ber keştiyên bazirganî nayê girtin”
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê bal kişand ser parastina ewlehiya Tengava Hurmizê kir û got:
"Rê li ber derbasbûna keştiyên bazirganî nayê girtin lê niha tenê ji ber şer derbas nabin."
Di heman demê de wî gef li keştiyên bazirganî yên Amerîka û Îsraîlê xwarin û got:
"Heger di Tengava Hurmizê re derbas bibin, em dê rûbirûyî wan bibin."
Tengava Hurmizê, damara enerjiyê ya cîhanê ye û rojane ji pêncan yekê petrola cîhanê di wir re derbas dibe.
Ji ber metirsiya girtina Tengava Hurmizê, bihayê petrol û gazê bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Pispor hişyariyê didin ku heke girtin 3 hefteyan bidome, dê bihayê bermîlek petrolê bigihîje zêdetirî 120 dolarî.
“Nabe rê ji bo partiyan bê vekirin”
Ebulfezl Şikarçî di beşeke axaftina xwe de bal kişand ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê ku li Herêma Kurdistanê dijîn û got, nabe rê ji wan re bê dayîn ku werin nav axa Îranê.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê gef li Herêma Kurdistanê xwarin û got:
"Ew cîranên me ne, nabe ku hevkariya dijminên me bikin lê eger bixwazin rêyeke wan hebe (ji bo partiyên Rojhilatê Kurdistanê) wê demê ew dê bibin yek ji armancên me yên sereke."
“Binesaziya Herêma Kurdistanê dê bibe hedef”
Ebulfezl Şikarçî got ku eger hevkariya an jî piştgiriya partiyên Rojhilatê Kurdistanê bê kirin, êriş dê bibe ser binesaziya Herêma Kurdistanê û "baş e ew aramî û desthilata xwe biparêzin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse