Rapor: Herêma Kurdistanê naxwaze bibe beşek ji şerê li dijî Îranê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Pêşmerge Şer Îran Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malpera Axiosê ya Amerîkayî di raporeke xwe de ragihand, Herêma Kurdistanê red dike ku bibe beşek ji şerê li dijî Îranê.

Li gorî raporê, Kurdên Başûrê Kurdistanê di şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê rde di navbera sê zextên mezin de asê mane.

Ev zext wekî "Peyamên nezelal ên Donald Trump ên li ser guhertina rejîmê, zexta Kurdên Îranê ya ji bo vekirina sînoran û gefên tund ên artêşa Îranê" hatin diyarkirin.

Li gorî raporê, ji destpêka şer ve cara ewil e ku Îran rasterast û bi fermî gefê li Kurdên Başûrê Kurdistanê dixwe.

Gefên Tehranê li yên li dijî Herêma Kurdistanê

Berpirsê Encumena Parastinê ya Îranê Elî Ekber Ehmediyan got:

"Eger rê bi berdewamiya mayîn û plana komên çekdar an jî hêmanên rejîma siyonîst were dayîn ku di herêmê [Herêma Kurdistanê] re derbasî nav sînorên Komara Îslamî bibin, hemû dezgehên Herêma Kurdistana Îraqê dê bi awayekî berfireh bibin armanc."

Berpirsekî pilebilind ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Axiosê re eşkere kiriye û gotiye:

"Ji bo lêdana me pêwîstiya wan bi mûşekên hîpersonîk nîne. Tenê 200 dronên Şahid dikarin li vir wêraniyeke mezin çêbikin."

Heman berpirsî daye zanîn ku ti sîstemên wan ên parastina asmanî nîne da ku wan dronan têk bibin.

Bêbaweriya bi siyasetên Washingtonê

Axios ji zarê berpirsên Herêma Kurdistanê diyar dike ku peyamên Trump ên derbarê guhertina rejîmê ne diyar in.

Berpirsekî Kurd gotiye:

"Em bêalîbûna xwe diparêzin, ji ber ku em nizanin siyaseta Amerîkayê çi ye. Gelo guhertina temamî ya rejîmê ye an tenê guhertina kesan e?"

Axiosê her wiha nivîsiye:

"Kurd difikirin ku bêyî hêzên bejahî guhertina rejîmê ne pêkan e û ew dizanin ku Trump naxwaze leşkeran bişîne."

Cudahiya armancên Amerîka û Îsraîlê

Di raporê de tê diyarkirin ku her çend Amerîka û Îsraîl bi hev re êriş dikin jî berjewendiyên wan ji hev cuda ne.

Li ser vê yekê Axios dibêje, "Îsraîl gelekî şerxwaztir e û ji bo têkbirina temamî ya rejîmê, Kurdên Îranê teşwîq dike da ku tevlî şer bibin."

Berpirsê Kurd ji Axiosê re destnîşan kiriye:

"Îsraîl modela rejîmeke sivik qebûl nake lê dibe ku Amerîka modela Venezuelayê (guhertina serkirdayetiyê û mayîna saziyan) bipejirîne."

Helwesta partiyên Kurdan ên Rojhilatê Kurdistanê

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Emîr Kerîmî ji Axiosê re eşkere kiriye ku endamên wan ên çekdar di nav axa Îranê de ne.

Lê Kerîmî tekez kiriye ku heta piştgiriya rasterast a Amerîkayê nestînin ew dest bi raperînê nakin.

Emîr Kerîmî diyar kiriye ku pêwendiya koma wan bi berpirsên Amerîkayê re heye lê ti pêwendiya wan bi Îsraîl û Mossadê re nîne.

Çavkaniyekî ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji Axiosê re gotiye:

"Heta niha Hêzên Pêşmergeyan kariye rê li ber hêzên Kurdan ên Îranê bigire da ku ji nav xaka Herêma Kurdistanê ve êrişî Îranê nekin."

Heman çavkaniyê daye zanîn ku Kurdên Başûrê Kurdistanê naxwazin tevlî şer bibin û pirsiye:

"Eger rejîma Îranê di vî şerî de li ser pêyan bimîne, gava ku Amerîka me bi tenê bihêle kî dê me biparêze?"

Plana demdirêj a Tehranê

Li gorî Axiosê, berpirsên Kurd pêşbînî dikin ku dê Trump di hefteyên pêş de ji operasyonê vekişe, piştî ku armancên xwe yên leşkerî pêk anî.

Ew dibêjin ku Îranî "xwediyê sebireke bi hezar salan in" û plana wan ew e ku tenê xwe ragirin, heta ku du salên din Trump di desthilatê de nemîne û serokekî nû li Amerîkayê were ser kar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst