Îranê: Em dê derbeke wisa li we bixin ku hûn ji neçarî vekişin
Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Biryargeha Xatemul Enbiyayê ya Hêzên Çekdar ên Îranê ragihand ku "bi wê derba ku dê li binesaziya Amerîka û hevalbendên wê bixin, ew dê wan bi salan ji petrol û gaza herêmê bê par bihêlin û neçar bikin ku ji herêmê derkevin."
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê, Navenda Biryargeha Xatemul Enbiyayê ya Hêzên Çekdar ên Îranê Îbrahîm Zulfîqarî li ser "pêla 99an a operasyona Soza Rast 4" daxuyanî daye û gotiye:
"Hêzên Çekdar ên Îranê dê derbeke wisa li binesaziya Amerîka û hevalbendên wê bixin ku dê bi salan ji petrol û gaza herêmê bê par bimînin û neçar bimînin ku ji herêmê derkevin."
"Em dê Amerîka û Îsraîlê têk bibin"
Zulfîqarî destnîşan kir ku ew wekî bersivdayînekê êrişî binesaziya Amerîka û Îsraîlê dikin.
Wî diyar kir ku hêzên deryayî û asmanî yên Supaya Pasdaran berjewendî û baregehên Amerîkayê yên li herêmê, navendên fermandarî û kombûnê yên artêşa Îsraîlê bi mûşekên balîstîk, mûşekên kruz û dronan dikin hedef.