RAPORT – Li Sûriyê gaza klor hate bikaranîn
Hewlêr (Rûdaw) – Li gor raportekê ku di medya Brîtanî de hatiye belavkirin, di êrîşa Nîsana borî ya ser bajarokê Dûma yê Sûriyê de gaza klor hatiye bikaranîn.
Li gor naveroka wê raporta pişkîneran, nimûneya qurbaniyên wê êrîşa kîmyayî hatiye wergirtin û hatiye piştrastkirin ku gaza klor bikar hatiye, lê behsa bikaranîna gaza din a jehrî nehatiye kirin.
Berî niha Rêxistina Qedexekirina Bikaranîna Çekên Kîmyayî şandek şandibû bajarokê Dûmayê daku derbarê wê bûyera sala borî de lêkolînan bike.
Êrîşa ser navçeyeke di jêr desthilata opozisyonê de, wê demê wiha li Amerîka, Brîtanya û Fransayê kiribû ku bi mûşekan êrîşî çend binkeyên Artêşa Sûriyê bikin.
Hersê welatan berpirsyariya wê êrîşê xistibûn stoyê Artêşa Sûriyê.
Li gor agahiyan di wê êrîşa kîmyayî de ku heta niha di rojevê de ye, nêzîka 150 kesan canê xwe ji dest dabûn.