“Bila Başûr û Rojavayê Kurdistanê bibin yek dewlet”
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Cîbicîkar ê Navenda Siyaseta Ewlehî li Amerîkayê, Jim Henson daxwaz kir, her du herêmên Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hev bigrin û bibin dewletek.
Serokê Cîbicîkar ê Navenda Siyaseta Ewlehî li Amerîkayê Jim Henson beşdarî bernameya Ji Washingtonê ya televizyona Rûdawê bû ku li ofîsa Rûdawê li Washingtonê tê weşandin.
Jim Henson di gotûbêj ligel Rûdawê de daxawz kir, bo aramî û îstiqara herêmê dewletek ji kurdan û yek jî ji erebên sunî re bê avakirin. Jim Henson ragihand, Dewleta Kurdî wa tê damezrandin.
Henson got, ji bo ku nakokiyên li Iraqê bi dawî werin, dabeşkirina Iraqê bo 3 parçeyan baştirîn çareser e.
Henson tekez kir: “Eger dixwazî rewşek aram û îstiqrar dabîn bikî, hingê damezrandina dewleta kurdî li Başûrê Kurdistanê û beşek ji herêmên kurdî yên li Sûriyeyê baştirîn çareserî ye. “
Serokê Cîbicîkar ê Navenda Siyaseta Ewlehî li Amerîkayê herwiha da xuyakirin, ku pêwsîte dewletek ji erebên sunî yên Iraqê û Sûriyeyê re li Enbarê û çend deverên din ên suniyan li Iraqê û Sûriyeyê re were avakirin ku sînorê wê bigihîje ser deryayê.
Di berdewamiya axavtinên xwe de, Jim Henson ragihand, pêwîst e li hember elewiyan dest ji hinek tiştan bê berdan. Şîeyên Iraqê her wek niha ser bi Îranê bimînin û dewleta wan li Bexdayê û parêzgehên din be. Bi vî awayî dê arîşeyên Iraqê çareser bibin.
Ji aliyekê din ve, Sekreterê Giştî yê Eniya Niştîmanî ya Xelas, Mizir Şewket di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Damezrandina Herêma Erebên Sunî mafekê rewa ye û ew dest jê bernadin. “
Mizir Şewket herwiha got: “Herêma Kurdistanê mînake baş e bo avakirina herêmek taybet ji erebên sunî re.”
Şewket tekez jî kir: “Kurd xwediyê hikûmet, parlamento û dezgehên taybet bi xwe ne. Maf û azadiyên xwe diparêzin, her ji ber wê jî em rijd in li ser pêkanîna herêmeke erebî ya sunî her wek Herêma Kurdistanê.”