Hewlêr (Rûdaw)- li bajarê Medîne li Erebistana Siûdiyê agir girte hotêleke omrekaran û di encamê de 15 haciyan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî nûçeyeke televîzyona Sky News, agir girte hotêla (Işraq el-Medîne) ku dikeve navenda Medîne de û di encamê de 15 haciyan jiyana xwe ji dest dan û 90ê din jî birîndar ketin
Li gorî nûçeyê tîmên bergiriya şaristanî karîn haciyên mayîn ji avahiya hotêlê derxin
Berdevkê Xaça Sor ya Medîne Mehmûd Mihemed Xeyat, ragihand ku tîmên wan berdewamin li ser vediguhezên birîndaran bo nexweşxaniyê
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse