Îsraîl: Eger Amerîka û Îran li hev bikin jî dibe ku em êriş bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Eli Cohen ragihand ku eger Amerîka û Îran li hev bikin jî dibe ku em êrişî Îranê bikin.
Li gorî malpera nûçeyan a ynetê ya Îsraîlê, Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Eli Cohen got, "Peymana bi rejîma niha ya Tehranê re bêqîmet e, tenê çareserî guhertina rejîma li Îranê ye."
Cohen her wiha got, "Guhertina rejîmê li Tehranê, di berjewendiya hemû dewletên Misilman ên li derdora Îranê de ye."
Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê diyar kir ku tevî muzakereyên di navbera Amerîka û Îranê de didomin jî helwesta wan zelal e û wiha axivî:
"Di rewşa çêbûna peymanekê de jî eger em gefekê li ser Îsraîlê bibînin û neçar bimînin em dê bikevin tevgerê."
Nûnerên hikûmeta Amerîkayê û rayedarên Îranî roja înê li Meqasta paytexta Umanê, ji bo kêmkirina rageşiya ku mehên dawî zêde bûye dest bi hevdîtinan kiribû.
Di daxuyaniyên piştî hevdîtinan de hûrgilî nehatin dayîn lê hat destnîşankirin ku atmosfereke erênî hebûye.
Ji bo berdewamiya muzakereyan hîn dîrokeke teqez nehatiye diyarkirin.