Erebistana Siûdî hişyarî da Îranê: Yan dîplomasî yan jî bersivdayîn

2 demjimêr berê
Nîşan Erebistana Siûdî Îran Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Erebistana Siûdî hişyariyeke dîplomatîk da Îranê.

Riyadê ragihand ku eger êrişên li ser tesîsên enerjiyê û xaka keyatiyê berdewam bikin, ew dê bersivê bidin û destûrê bidin hêzên Amerîkayê ku baregehên wan bi kar bînin.

Di şerê di navbera Îran û hevpeymaniya Amerîka-Îsraîlê de, aloziya herêmî gihiştiye qonaxeke nû ya dîplomatîk û leşkerî.

Li gorî nûçeya Reutersê ya ku xwe spartiye çavkaniyên payebilind, Riyadê bi zimanekî zelal peyama "êrişan rawestîne" gihandiye Tehranê.

Mercê Riyadê: Yan dîplomasî yan jî hevkariya leşkerî

Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel bin Ferhan, di hevdîtina xwe ya bi hevtayê xwe yê Îranî Ebas Eraqçî re helwesta Siûdiyeyê bi eşkereyî nîşan daye.

Li gorî çavkaniyan, Mîr Feysel diyar kiriye ku keyatî û welatên din ên Kendavê heta niha di êrişên li dijî Îranê de qada xwe ya asmanî yan xaka xwe ji Amerîkayê re venekirine.

Lê belê Mîr Feysel hişyarî daye ku eger êrişên Îranê yên li ser xaka Erebistana Siûdî yan jî binesaziya wê ya krîtîk a enerjiyê berdewam bikin, dê helwesta wan biguhere.

Li gorî vê hişyariyê eger êriş neyên rawestandin, Riyad dê "neçar bimîne" ku ji bo operasyonên leşkerî destûrê bide hêzên Amerîkayê da ku baregehên wan bi kar bînin û ew dê rasterast bersivê bidin.

Erebistana Siûdî 14 dron xistin

Piştî hişyariya dîplomatîk, li qadê geşedaneke din a germ rû da.

Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku li qada asmanî ya keyatiyê bi giştî 14 dron hatine têkşikandin.

Wezaretê daxuyand ku pergalên parastina asmanî li seranserê welêt 8 dron û li rojhilatê Riyadê jî 6 dron xistine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst