Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê Elî Mihemed Naînî angaşt kir ku kapasîteya wan a domandina şerekî dijwar ê herî kêm 6 mehan heye.
Elî Mihemed Naînî diyar kir ku ew dikarin heman leza operasyonên xwe yên heyî biparêzin.
Zêdetirî 200 xalan hatin armanckirin
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Farsê, Naînî li ser êrişên bersivdayînê yên Îranê daxuyanî daye.
Wî derbarê “êrişên welatê xwe yên li ser baregehên Amerîkayê û Îsraîlê agahî dan û got:
"Zêdetirî 200 xalên baregeh û tesîsên Amerîka û Îsraîlê bûn hedef.
Nêzîkî ji sedî 60ê hêza agir a Îranê arasteyî baregehên Amerîkayê yên li herêmê hat kirin.
Ji sedî 40ê wê jî li dijî armancên Îsraîlê hat bikaranîn."
“Em dê mûşekên bipêşketî û dûravêj bi kar bînin”
Naînî anî zimên ku heta niha di operasyonan de bi giranî mûşekên nifşê yekem û duyem hatine bikaranîn.
Berdevkê Supaya Pasdaran destnîşan kir ku di qonaxên bê de ew dê şêwazeke nû ya êrişê pêk bînin.
Li gorî gotina Naînî, di vê qonaxê de dê mûşekên bipêşketîtir, kêm-bikarhatî û dûravêj werin avêtin.
“Wan 3 hesabên şaş kirin”
Wî parast ku plansazên şer di 3 mijaran de hesabên şaş kirine û wiha axivî:
"Yên ku planên şer kirin li bendê bûn ku bi sûîqesta li dijî Rêberê Îranê re, welat dê di nava 48 saetan de têk biçe.
Her wiha ew difikirîn ku şer dê tenê 3 rojan biajo û dê li dijî Îranê koalîsyoneke herêmî û navneteweyî ava bibe.
Lê belê ew di van hesaban de bi temamî têk çûn."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse