Netanyahu: Em naxwazin Îranê dabeş bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku ew Îranê dabeş bikin û dixwazin Îranê rizgar bikin û di nav aştiyê de bi wî welatî re bijîn.

Serokwezîrê Îsraîlê li ser hesabê xwe yê Xê peyameke vîdeoyî belav kir.

Netanyahu di peyama xwe de ragihand, "Ez ji gelê Îranê re dibêjim: Bi dehan sal in ez bi we re û ji bo we diaxivim.

Kêliya rastiyê nêzîk dibe. Em naxwazin Îranê dabeş bikin, berevajî wê em dixwazin Îranê rizgar bikin."

"Rizgariya ji zordariyê dikeve ser milê we"

Netanyahu diyar kir ku ew dixwazin Îranê ji lepên zordariyê rizgar bikin û bi aştiyane pê re bijîn.

Serokwezîrê Îsraîlê di berdewamiya axaftina xwe de got:

"Lê dawiya dawî, rizgariya ji zordariyê dikeve ser milê we, ey gelê wêrek û cefakêş ê Îranê.

Ez di wê baweriyê de me eger hûn di kêliya rast de helwesta xwe nîşan bidin, ew roj ne dûr e ku Îsraîl û Îran ducare bibin du dostên aza."

Şerê li herêmê didome

Ev gotinên Serokwezîrê Îsraîlê di demekê de ne ku, 28ê Sibatê şerê Washington û Tel Avîvê yê bi Tehranê re dest pê kir.

Ew şer bi êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kiribû.

Paşê Îranê jî bi mûşek û dronan bersiva van êrişan da.

Îranê her wiha bi dron û mûşekan êrişî welatên Kendavê û Îraqê jî kir.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Husên Kirmanpûr jî ragihand ku ji destpêka êrişan ve hezar û 221 kes hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya Kirmanpûr, hejmara birîndaran jî gihiştiye 9 heta 10 hezar kesî.