Artêşa Îsraîlê: Me 5 fermandarên Îranî li Beyrûtê kuştin

17 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Îsraîl Libnan Şerê Hizbulah û Îsraîlê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê diyar kir ku di êrişeke li ser oteleke li Beyrûta paytexta Libnanê de, wan 5 fermandarên payebilind ên beşên Libnan û Filistînê yên ser bi Hêza Quds a Supaya Pasdaran a Îranê ve kuştine.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku hêzên wan ên deryayî bi hevahengiya îstîxbarata leşkerî, ew fermandarên payebilind di dema civîna wan a li nav oteleke Beyrûtê de kirine armanc.

Li gorî daxuyaniyê, Feyleqa Libnanê ya Hêza Quds wekî pireke pêwendiyê ya sereke di navbera Hizbulah û Îranê de kar dike û berpirsyarê hevahengiya çalakiyên li Libnanê bûye.

Li gorî gotina artêşa Îsraîlê, di nav kuştiyan de Majid Hesenî heye ku berpirsê veguhastina pereyan ji bo Hizbulah, Hemas û grûpên din ên çekdar bûye.

Her wiha hat eşkerekirin ku Majid Hesenî berpirsê hilberîna çekan jî bûye bo Hizbulahê.

Li gorî daxuyaniyê Elî Reza Bay Azer, fermandarê beşê îstîxbarata Feyleqa Libnanê û Ehmed Resûlî, berpirsê îstîxbarata Feyleqa Filistînê di nav kuştiyan de ne.

Di heman êrişê de Huseyn Ehmedlû, endamê îstîxbaratê û Ebû Mihemed Elî, nûnerê Hizbulahê di Feyleqa Filistînê de hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê di berdewamiyê jî de got, "Em rê nadin hêzên girêdayî Îranê li nav axa Libnanê bi cih bibin" û amaje bi wê yekeê hatiye kirin ew dê fermandarên payebilind ên Tehranê li her cihê ku bin bikin armanc.

Ev pêşhat di demekê de ye ku aloziyên Rojhilata Navîn gihîştine asteke bêhempa.

Di heman demê de, Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt roja yekşemê ragihand, hêza deryayî ya Îranê bi temamî ji nav çûye û şiyana mûşekî ya Tehranê bi rêjeya ji sedî 90 daketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst