Hewlêr (Rûdaw) - Erebistana Siûdî ragihand ku di çend saetên dawî de bi 33 dronan êrişî qada wê ya asmanî hatiye kirin.
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdîli ser mijarê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qada asmanî ya welêt navber bi navber hatiye binpêkirin.
Hat destnîşankirin ku pergalên parastina asmanî di çend saetên dawî de 33 êrişên dronan tespît kirine.
Wezaretê ragihand ku ew dron hemû hatine têkşikandin.
Taxa balyozxaneyan jî bû hedef
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku li Riyadê hewleke êrişa bi dronê ya li ser Taxa Dîplomasiyê ya ku balyozxane lê ne jî hatiye dayîn.
Lê belê ew dron beriya ku bigihe hedefa xwe hatiye xistin û bêbandorkirin.
Êrişa li ser qada petrolê
Wezareta Parastinê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku droneke din jî ber bi parzûngeha petrolê ya Şeybeyê ve bi rê ketiye.
Ew dron jî li Çola Rubulxaliyê hatiye astengkirin û têkşikandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse