2 leşkerên payebilind ên Kuweytê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezaretên Karên Navxwe a Kuweytê ragihand ku du leşkerên wan ê payebilind di êrişa Îranê de hatine kuştin.

Wezaretên parastin û  karên navxwe yên Kuweytê ragihand ku welatê wan rûbirûyî pêleke êrişên mûşek û dronan bûye.

Di encama wan êrişan de efserên bi navên "Muqedem Rukn Ebdulah Îmad Şerah" û "Raîd Fehed Ebdulazîz Mucemed" mirine.

Wan her du efseran li Birêvebiriya Ewlehiya Sînorên Bejahî kar dikir.

Depoyên sotemeniyê yên balafirgehê bûn armanc

Her wiha Berdevkê Wezareta Parastinê ya Kuweytê Rukin Sûd Ebdulezîz Etwan ragihand ku sîstemên wan ên parastina asmanî sê mûşekên balîstîk têk birine.

Etwan diyar kir ku sîstemên parastinê û balafirên şer ên Hêza Asmanî hîn jî li ber xwe didin da ku asmanê welat biparêzin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Kuweytê, dronekê rasterast li depoyên sotemeniyê yên Balafirgeha Navneteweyî ya Kuweytê xistiye.

Ji ber ketina bermahiyên mûşekên têkbirî zerera madî gihiştiye hinek saziyên sivîl jî.

"Sîstemên parastinê armancên dijmin têk dibin"

Serokerkaniya Giştî ya Artêşa Kuweytê bangî welatiyan kir ku li gorî rênimayên ewlehiyê tevbigerin û got:

"Dengên teqînên ku tên bihîstin, encama têkbirina armancên dijmin in ku ji aliyê sîstemên me yên parastinê ve tên xistin."

Êrişên li ser Kuweytê di demekê de ne ku li herêmê şerekî berfireh didome.