Îsraîlê li Beyrûtê êrişî otelekê kir, 4 kes hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrişeke asmanî ya Îsraîlê ya li oteleke li navenda Beyrûtê de herî kêm 4 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.
Îsraîlê jî diyar kir ku wan fermandarên pilebilind ên Supaya Pasdaran a Îranê kirine armanc.
Geştyar bi tirs reviyan
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, balafirên şer ên Îsraîlê odeyeke oteleke li herêma Rewşeyê kiriye armanc.
Hat zanîn ku odeyeke qatê çarem a otelê bi temamî şewitiye û zerereke mezin çêbûye.
Bi dehan geştyarên di otelê de bi tirs û bi çenteyên xwe reviyan.
Îsraîl: Me êrişî fermandarên Feyleqa Qudsê kir
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan fermandarên sereke yên Feyleqa Qudsê kirine armanc.
Îsraîlê ew fermandar bi danîna planên êrişan ên li dijî Îsraîlê û kesên sivîl tohmetbar kirin.
Artêşa Îsraîlê got, "Em dê li her derê bin û em dê karên xwe yên têkbirina fermandarên rejîma terorê ya Îranê bidomînin."
Di nava hefteyekê de êrişa duyem e
Ev di nava vê hefteyê de êrişa duyem a Îsraîlê ya li otelên li Beyrûtê ye.
Çarşema borî jî otelek li herêma Hezmiyeyê ya li nêzîkî Koşka Serokatiyê û balyozxaneyan hatibû armancgirtin.
Hizbulahê bersiv da
Hevdem bi van êrişan re, Hizbulaha Libnanê ragihand ku wan wekî bersivekê mûşek avêtine baregehên artêşa Îsraîlê û bajarên sînorî.
Her wiha rêxistinê eşkere kir ku çekdarên wan li nêzîkî bajarokê Eyterûnê yê li sînor, bi hêzên Îsraîlê re di nav şerekî dijwar de ne.