Artêşa Îsraîlê: Me li Balafirgeha Îsfehanê li balafirên F-14 xist

2 demjimêr berê
Nîşan Îsraîl Îran Balafirgeha Îsfehanê F-14
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li seranserê Îranê êrişên asmanî pêk anîne û "binesaziya leşkerî ya Îranê" kiriye hedef.

Di daxuyaniya artêşê de hat gotin ku wan "pêleke êrişên asmanî biriye ser binesaziya leşkerî ya rejîma Îranê ya li seranserê welêt."

Artêşê her wiha eşkere kir ku hêzên wan li Balafirgeha Navneteweyî ya Îsfehanê li balafirên şer ên F-14 xistiye.

Heta wekî vê kêliyê li ser van êrişan ti daxuyaniya fermî ya Îranê nehatiye dayîn.

Aloziya herêmî piştî ku Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê dest bi êrişeke berfireh a li ser Îranê kir zêde bûye.

Heta niha di van êrişan de zêdetirî hezar kesî mirine.

Di nav kuştiyan de Rêberê Îranê Elî Xamineyî û berpirsên payebilind ên leşkerî hene.

Îranê jî bi êrişên berfireh ên mûşekî bersiv daye û baregeh, avahiyên dîplomatîk û personelên leşkerî yên Amerîkayê yên li seranserê herêmê û gelek bajarên Îsraîlê kirine hedef.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst