Nexşeya Kurdistanê ya li ser CNNê Enqere hêrs kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan CNN International Nexşe Kurdistan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê, berteke tund nîşanî kanala CNN Internationalê da.

Sedema bertekê ew bû ku CNNê di vîdeoyekê de nexşeya Kurdistana Mezin nîşan dabû.

Enqereyê ragihand ku ew nexşe "rastiya civakî ya herêmê berevajî dike."

Nexşeya Kurdistana Mezin

Kanala nûçeyan a navneteweyî ya Amerîkayê CNN Internationalê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî vîdeoyek parve kir.

Di vîdeoyê de nexşeyeke “Kurdistana mezin” hat nîşandan.

CNNê ew nexşe wekî "herêmên ku Kurd li wan dijîn" pênase kiriye.

Di nexşeyê de parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî cih digirin.

Ev yek di nav rayedarên Tirkiyeyê de bû sedema nerazîbûnan.

Berteka Serokatiya Ragihandinê

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê êvara şemiyê daxuyaniyek belav kir.

Saziyê di daxuyaniya xwe de nerazîbûn nîşanî nexşeya CNNê da.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê îdia kir ku CNN International nêzîkatiyeke dûrî rastiya herêmê nîşan dide.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Qaşo nexşeya ku ji aliyê CNN Internationalê ve hatiye weşandin çarçoveyeke xapînok pêşkêş dike.

Ev nêzîkatiya edîtoryal derbarê Tirkiyeye û rastiya civakî ya herêmê xapînok e."

Saziyê diyar kir ku ev cure xêzkirin raya giştî ber bi şaşiyan ve dibin.

“Yekparçeyiya civakî”

Di daxuyaniyê de amaje bi “yekparçeyiya civakî ya Tirkiyeyê” hat kirin û wiha pê de çû:

"Welatiyên me yên ji nasname û etnîkên cuda, bi nifşan e li çar aliyên welêt bi hev re dijîn.

Her yek ji 86 milyon kesekî me, parçeyekî Komara Tirkiyeyê ye.

Ev nexşeyên ku yekîtiya me û biratiya me dikin armanc, rastiya civakî beravajî dikin."

Serokatiya Ragihandinê di beşeke din a daxuyaniya xwe de got:

"Wekhevkirina welatiyên me yên Kurd bi her aktorekî siyasî yan jî çekdar re nayê qebûlkirin."

Bangî medyaya navneteweyî kirin

Hikûmeta Tirkiyeyê bangî medyaya navneteweyî kir.

Tirkiyeyê xwest ku medya di mijarên hestyar ên herêmî de berpirsyar be û li gorî pîşeya rojnamegeriyê tevbigere.

Di daxuyaniyê de wiha hat xwestin:

"Em li bendê ne ku CNN International di weşan û platformên xwe yên dîjîtal de ji nexşe û dîmenên xapînok dûr bisekine.

Zimanê ku di vîdeoyê de hatiye bikaranîn, şîroveyeke jeopolîtîk a çêkirî ye û bi rastiyên li qadê re nagunce.”

Bertekên neteweperestan

Ji bilî saziyên fermî, beşek ji siyasetmedarên neteweperest jî bertek nîşan da.

Parlamentera ÎYÎ Partiyê ya Edeneyê Ayyuce Turkeşê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nerazîbûn nîşan da.

Ayyuce Turkeşa ku keça serokê damezirêner ê MHPyê ye, got, "Ev nexşe nayê qebûlkirin.”

Wê her wiha bangî rayedaran kir ku li hemberî vê hewldana CNNê gavên pêwîst biavêjin.

Piştî belavkirina vê nexşeyê ji aliyê CNNê ve, di medyaya Tirkiyeyê de nîqaşekê dest pê kir.

Di nîqaşan de tê pirsîn, “Gelo piştî rûdanên li Îranê, CNN bi vê nexşeyê peyameke taybet dide Tirkiyeyê yan na?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst