Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê gef xwar ku ew dikare wan rayedaran bike hedef ku dê beşdarî civîna hilbijartina rêberê nû bibin.
Rêberê Îranê Elî Xamineyî di êrişeke asmanî ya Amerîka û Îsraîlê de hatibû kuştin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee, li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir ku gefa êrişê dihewîne.
“Rejîm hewl dide xwe bide ser hev”
Adraee wiha got:
"Piştî rûxandina Xamineyiyê zalim, rejîma terorê ya Îranê hewl dide xwe ji nû ve kom bike û Rêberekî Bilind ê nû hilbijêre.
Tê çaverêkirin ku Konseya Pisporan a Îranê ku 40 sal in neciviyaye, di demeke nêzîk de li bajarê Qumê bicive."
Gefa li rêberê nû
Berdevkê Îsraîlî destnîşan kir ku ew dê dudilî nebin ku rêberê nû yê Îranê yê ku bê hilbijartin bikin hedef.
Adraee her wiha gefa hedefgirtina kesên ku dê beşdarî rûniştina hilbijartinê bibin jî xwar.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse