Îsraîl: Me di 24 saetan de 400 cih bombebaran kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê radigihîne ku di pêla dawî ya êrişên wan ên li Îranê de, wan 400 cihên hestiyar bi serkeftî kirine armanc.
Artêşa Îsraîlê li ser torên civakî bi Farisî daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan di 24 demjimêrên borî de pêleke berfireh a êrişan li herêmên rojava û naverasta Îranê pêk aniye.
400 cihên hestiyar hatin bombebarankirin
Li gorî artêşa Îsraîlê, wan di êrişê de zêdetirî 400 cihên hestiyar ên wekî baregehên leşkerî, rafîneriyên petrolê û platformên mûşekan bi serkeftî kirine armanc.
Daxuyaniya artêşa Îsraîlê di demekê de ye ku şeva borî û berê sibehê êrişeke berfireh li rafîneriyên petrolê yên Îranê yên li Tehrana paytext hat kirin.
Li gorî dîmenan, ziyaneke mezin gihîştiye wan deran.
Şerê hevbeş ê Amerîka û Îsraîlê
Ji sibeha 28ê Sibatê ve êrişeke berfireh û hevbeş a Îsraîl û Amerîkayê ya li Îranê dest pê kiriye û heta niha didome.
Di bersivê de hêzên çekdar ên Îranê û bi taybetî Supaya Pasdaran gelek êrişên dronî û mûşekî birin ser Îsraîlê û baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li welatên herêmê.