Îranê piştî peyama Trump careke din êrişî Îsraîlê kir

11 demjimêr berê
Nîşan Îran Îsraîl Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrişên Îranê, li bajarê Petah Tîkvayê yê li navenda Îsraîlê û li bajarê Bîrusebiyê yê li başûrê welêt parçeyên mûşekan ketin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de diyar kir ku piştî tesbîtkirina avêtina mûşekan a ji Îranê, pergalên parastina asmanî ji bo rêlibergirtina wan ketine dewrê.

2 mûşekên ku Îranê li pey hev avêtin, navend û başûrê Îsraîlê kirin armanc.

Ji ber êrişên Îranê li herêmeke berfireh zengilên hişyariyê lê da.

Di serî de li Tel Evîvê, li bajarên Petah Tîkva, Rîshon Lezîyon, Ramat Gan, Bneî Brak ên li navenda welêt û li bajarên Bîrusebî û Lodê yên li başûr xelk çû stargehan.

Birîndar hene

Rojnameya Yedioth Ahronothê ragihand ku ji ber parçeyên mûşekên ku li bajarê Petah Tîkvayê ketine, li avahiyeke du qatî xisar çêbûye.

Di nûçeyê de her wiha hat diyarkirin ku di êrişa Îranê ya li ser başûrê Îsraîlê de, li bajarê Bîrusebiyê parçeyekî mûşekê li ser rêyekê ketiye.

Saziya alîkariya bilez a Îsraîlê Stêrka Sor a Dawid (Magen David Adom) ragihand ku li nêzîkî bajarê Bîrusebiyê li herêma Tel Shevayê 4 kes bi sivikî birîndar bûne.

Agirbesta Trump û bersiva Îranê

Ev êrişa Îranê piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku ew bi mercê vekirina Tengava Hurmizê, agirbesteke dualî ya 2 hefteyî ya li gel Îranê qebûl dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst