Mucteba Xamineyî çawa ji bo dan û standinan rê vekir û Netanyahu çi soz stand?
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Amerîka û Îsraîlê duşemê agahiyên li ser bipêşketineke balkêş wergirtin.
Di demekê de ku moleta Donald Trump ber bi dawiyê ve diçû, Mucteba Xameneyiyê kurê Rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî, cara yekem ji destpêka şer ve ferman da şandeya xwe ya dan û standinan ku ber bi peymanekê ve gavan biavêjin.
Dema ku Trump bi eşkereyî gefa sînorkirina Îranê dixwar, li pişt perdê nîşanên liv û tevgera dîplomatîk derketin holê.
Tevî vê yekê jî, heta kêliya ragihandina agirbestê, çavkaniyên nêzîkî Trump jî nedizanîn dê çi encam derkeve.
Malpera Axiosê ya Amerîkayê ragihand ku ev zanyarî ji aliyê berpirsekî Îsraîlî, berpirsekî Rojhilata Navîn û çavkaniyeke din a agahdar ve hatine piştrastkirin.
Amadekariyên ji bo operasyoneke mezin
Hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn û berpirsên Pentagonê saetên dawî bi amadekariya operasyoneke mezin a asmanî ya li dijî binesaziya Îranê derbas kirin.
Berpirsekî parastinê yê Amerîkayê got: "Me nedizanî dê çi biqewime."
Di heman demê de hevalbendên Amerîkayê yên li herêmê ji bo tolhildaneke giran a Îranê amadehî dikirin.
Li nav Îranê jî hinek welatiyan ji ber tirsa êrişan ji malên malên derdiketin.
Destpêka çîrokê û rola navbeynkaran
Duşemê gava Trump li Koşka Spî di ahengekê de bû, nûnerê wî Steve Witkoff bi hêrs mijûlî telefonan bû.
Witkoff ji navbeynkaran re gotibû peşniyara 10 xalî ya ku Îranê şandiye "karesat e."
Ev bû destpêka rojeke pir aloz. Navbeynkarên Pakistanî reşnivîseke nû di navbera Witkoff û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî de veguhast.
Wezîrên karên derve yên Misir û Tirkiyeyê jî hewl da wan valahiyan tije bikin.
Berî saet 12ê şeva duşemê, navbeynkaran razîbûna Amerîkayê ji bo peşniyara nû ya agirbesta duhefteyî bi dest xist.
Pişt re biryar ket destê Mucteba Xamineyî ku roja duşem û sêşemê bi awayekî çalak di proseyê de cih girt.
Rola nihênî ya Xamineyî
Beşdariya Rêberê Bilind bi awayekî nihênî û bi zehmetî bû. Ji ber gefên kuştinê yên ji aliyê Îsraîlê ve, Xamineyî tenê bi rêya nameyên nivîskî û nûneran têkilî datanî.
Du çavkaniyan diyar kir ku razîbûna Xamineyî ya ji bo peymanê "werçerxaneke mezin" bû.
Çavkaniya ji Rojhilata Navîn diyar kir ku Ebas Eraqçî di birêvebirina dan û standinan û qanîkirina fermandarên Supaya Pasdaran de roleke sereke lîstiye.
Her wiha Çînê jî Îran teşwîq kiriye ku rêyekê ji bo derketina ji vê krîzê peyda bike.
Kêliya diyarker û helwesta Trump
Sibehê roja sêşemê eşkere bû ku bipêşketin heye lê vê yekê rê li ber gefên Trump nêgirt.
Trump gotibû, "Vê şevê dê şaristaniyetek bimre."
Hinek medyayên Amerîkayê ragihand ku Îranê dan û standin rawestandine lê çavkaniyên Axiosê ev yek red kir û got prose bi pêş ve diçû.
Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance ji Macaristanê bi Pakistanê re di peywendiyê de bû.
Benjamin Netanyahu jî her tim bi Trump û tîma wî re diaxivî, her çend Îsraîlî dilgiran bûn ku kontrola proseyê ji destê wan derketiye.
Nîqaşên li ser agirbestê
Piştî nîvroyê sêşemê têgihiştineke giştî çêbû ku alî ber bi agirbesteke duhefteyî ve diçin.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf şert û mercên peymanê li ser hesabê xwe yê Xê belav kir û bangî her du aliyan kir ku razî bibin.
Trump berî ku bersiva xwe eşkere bike, bi Netanyahu re peyivî da ku pêbendiya wî ya ji bo agirbestê wergire.
Pişt re bi Fermandarê Supaya Pakistanê Asim Munîr re li ser xalên dawî yên peymanê li hev kir.
Tenê 15 xulek piştî daxuyaniya Trump, ferman gihîşt hêzên Amerîkayê ku operasyonan rawestînin.
Eraqçî jî ragihand ku Îran dê pêbendî agirbestê be û Tengava Hurmizê ji bo wan keştiyên ku "bi hevahengiya hêzên çekdar ên Îranê" kar dikin vedike.
Îsraîl çi garantî standin?
Niha cîhan li bendê ye ka Îran dê çi qasî rê bide keştiyvaniyê û Netanyahu dê heta kengî pêbendî agirbestê bimîne.
Berpirsekî bilind ê Îsraîlê ji Axiosê re ragihand ku Netanyahu hinek garantî wergirtine.
Li gorî nûçeyê, Amerîkayê soz daye ku dê di dan û standinên aştiyê de tekeziyê li ser sê xalan bike:
Radestkirina uranyuma dewlemendkirî, dawîanîna li dewlemendkirina uranyumê ya li Îranê û jiholêrakirina şiyana mûşekên balîstîk.
Bextê JD Vance ye ku roja înê li Pakistanê serokatiya şanda Amerîkayê bike. Ev dê bibe erka herî giring a jiyana wî ya siyasî.
Hîn di navbera dîtinên Tehran û Washingtonê de cudahiyên mezin hene û ev yek îhtimala destpêkirina şer bi vekirî dihêle.