Li ser pêşniyarên peymanê di navbera Îran û medyaya derve de cudahiyeke mezin heye

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Agirbest Peyman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera Amerîka û Îranê de agirbesteke du hefteyî hat ragihandin.

Du bendên sereke rawestandina êrişan û vekirina Tengava Hurmizê ne.

Lê belê tiştê ku pêwendiya wê bi dan û standinên ji bo peymaneke mayînde heye, behsa 10 xal û 15 xalan tê kirin.

10 xalên ku Îran tîne zimên

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro berê sibehê li ser tora civakî ya Truth Socialê daxuyaniyek da.

Trump got ku pêşniyareke 10 xalî ya Îranê gihîştiye destê wan. Ev pêşniyar dê bibe bingeha dan û standinan.

Medyaya dewletê ya Îranê mercên agirbesta 10 xalî eşkere kirin. Ev merc wiha ne:

- Amerîka wekî prensîb garantiya neêrişkirinê bide.

- Derbasbûna ji Tengava Hurmizê bi hevahengiya bi Hêzên Çekdar ên Îranê re û bi awayekî kontrolkirî were kirin.

- Meyandina uranyumê were qebûlkirin.

- Hemû cezayên li ser Îranê werin rakirin.

- Cezayên yekem ên li ser Îranê werin rakirin.

- Dawî li biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî were anîn.

- Dawî li biryarên Ajansa Enerjiyê ya Atomê ya Navneteweyê were anîn.

- Zererên ku gihiştine Îranê li gorî hesabkirinan bi temamî werin qerebûkirin û hemû mal û milkên cemidandî yên Îranê werin berdan.

- Hêzên şerker ên Amerîkayê ji hemû baregeh û xalên bicihbûnê yên li herêmê vekişin.

- Di hemû eniyan de, tevî Libnanê, dawî li şerê li dijî komên hevpeyman were anîn.

Nivîsa Farisî û ya Îngilîzî ji hev cuda ne

Îdareya Donald Trump her tim tekezî li ser wê yekê kiriye ku ew dê rê nede Îran bibe xwediyê çekên nukleerî.

Ev yek motîvasyona sereke ya êrişa asmanî ya Hezîrana borî ya li ser sê tesîsên nukleerî yên Îranê bû.

Her wiha sedema sereke ya vî şerê niha jî ev yek bû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro berê sibehê ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî.

Trump diyar kir ku ew mijar "bi awayê herî baş tê birêvebirin."

Trump her wiha got, "Eger ew mijar nehatibûya çareserkirin, ez dê ti carî bi vê peymanê razî nebûma."

Trump ji heman ajansê re destnîşan kir ku di pêşniyarê de 15 xal hene û ew dê bibin bingeha gotûbêjên taybet ên ji bo peymanê.

Têkildarî wan 10 xalan jî, Ajansa Nûçeyan a Associated Pressê (AP) da zanîn ku di hinek xalan de cudahî hene.

Wekî mînak, di nivîsa Farisî de xala sêyem û yek ji xalên sereke "qebûlkirina mafê Îranê yê ji bo dewlemendkirina nukleerî ya ji aliyê Amerîka û civaka navneteweyî ve ye."

Lê ev xal di nivîsa Îngilîzî de bi ti awayî nîne. Ango di wê nivîsa ku radestî aliyê Amerîkayê hatiye kirin de cih nagire.

Mercên Amerîkayê

Her wiha Serokê Enstîtuya Zanist û Ewlehiya Navneteweyî ya Amerîkayê David Albright jî di nivîsekê de diyar kir ku di navbera nivîsa Farisî û ya Îngilîzî ya 10 xalan de cudahî hene.

Albright bal kişand ser mercên Amerîkayê yên ji bo peymanê û ragihand ku 4 xalên wan ên sereke ev in:

1- Hilweşandina hemû dezgehên nukleerî.

2- Bidawîanîna dewlemendkirina uranyumê ya li ser xaka Îranê.

3- Veguhastina uranyuma dewlemendkirî ya Îranê ji bo derve.

4- Rêdayîna pişkinînên navneteweyî li hemû cihên Îranê.

Albright destnîşan kir ku ev xal nîşan didin ku dê dan û standin zehmet bibin. Ji ber vê yekê, îhtîmal heye ku şer di demeke nêzîk de dîsa dest pê bike.

Guhertinên di xalan de

Li ser heman mijarê, malpera Axiosê dispêre sê çavkaniyên cuda û hinek agahiyan belav dike.

Li gorî Axiosê, duşema vê hefteyê dema Trump di ahenga Cejna Vejînê (Paskalya) de li Koşka Spî bûye, Nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff bi "hêrseke mezin" mijûlî hevdîtinên telefonî bûye.

Witkoff ji navbeynkaran re gotiye ku pêşniyara 10 xalî ya ku Îranê şandiye "karesat e".

Ev yek bû destpêka rojeke "aloz" ji bo guhertinan.

Navbeynkarên Pakistanî reşnivîsên nû di navbera Witkoff û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî de vediguhastin.

Wezîrên karên derve yên Misir û Tirkiyeyê jî hewl didan ku nakokiyan çareser bikin.

Beriya saet 12ê şeva duşemê, navbeynkaran ji bo pêşniyareke nû ya agirbesta du hefteyî razîbûna Amerîkayê bi dest xist.

Piştre ev biryar ket destê Mucteba Xamineyî.

Li gorî çavkaniyan, Xamineyî rojên duşem û sêşemê bi awayekî çalak di nav vê proseyê de cih girtiye.

Çavkaniyekê daxuyand ku Ebas Eraqçî di birêvebirina dan û standinan de roleke sereke lîstiye.

Eraqçî her wiha hewl daye fermandarên Supaya Pasdaran jî ji bo peymanê razî bike.

Li aliyê din, Çînê jî Îran teşwîq kir da ku rêyekê ji bo derketina ji vê krîzê bibîne.

Lê belê di dawiyê de hemû biryarên sereke di destê Xamineyî de bûn

 Eger wî glopa kesk pê nexistibûya, dê ev peyman çênebûya.

Berpirsekî bilind ê Îsraîlê ji Axiosê re ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu garantî wergirtiye.

Li gorî wê garantiyê, Amerîka dê di dan û standinên aştiyê de tekezî li ser sê xalan bike:

Radestkirina uranyuma dewlemendkirî, devjêberdana Îranê ya ji dewlemendkirina uranyumê û jiholêrakirina şiyana mûşekên balîstîk ên Îranê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst