Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku 73 tankerên Îranê yên petrolê hatine astengkirin û nahêlin ev keştî têkevin benderan an jî ji wan derkevin.
CENTCOMê li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku ev keştî xwedî kapasîteya veguhastina zêdetirî 166 milyon bermîl petrol in.
Li gorî amarên CENTCOMê, bihayê wê petrola ku ev keştî dikarin veguhezin 13 milyar dolaran derbas dike.
Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di çarçoveya vê operasyonê de rotaya zêdetirî 50 keştiyên din jî hatiye guhertin.
Pevçûnên li Tengava Hurmizê
Artêşa Îranê (Supayê Pasdaran) piştî wan êrişên ku 28ê Sibatê dest pê kiribû, 2yê Adarê ragihandibû ku Tengava Hurmizê ji bo çûyîn û hatina deryayî hatiye girtin.
Piştî ku dan û standinên li Pakistanê bê encam man, Amerîkayê 13ê Nîsanê li Tengava Hurmizê dest bi dorpêça deryayî ya li dijî hatin û çûna keştiyên Îranê kir.
CENTCOMê di daxuyaniya xwe ya 2yê Gulanê de jî diyar kiribû ku di nava 20 rojên dawî de rotaya 48 keştiyan hatiye guhertin.
Artêşa Amerîkayê di çarçoveya vê dorpêçê de meha borî li avên Asyayê herî kêm midaxeleyî 3 tankerên bi alaya Îranê kiribû û rê li ber wan girtibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse