Medyaya Îranê: Îran û Amerîka li Hurmizê şer dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îranê ragihand ku di saetên dawî de li Tengava Hurmizê di navbera Hêzên Çekdar ên Îranê û hêzên Amerîkayê de dem bi dem pevçûn diqewimin.

Ajansa nîv-fermî ya Farsê di nûçeyekê de cih da van îfadeyan:

"Di saeta dawî de li Tengava Hurmizê di navbera Hêzên Çekdar ên Îranê û keştiyên Amerîkayê de pevçûnên ji hev cuda diqewimin."

Êrişên doh û bersiva aliyan

Doh piştî ku Amerîkayê êrişî tankereke petrolê ya Îranê kir, hêzên deryayî yên Îranê bi mûşek û balafirên bêmirov (kamîkaze) keştiyên şer ên Amerîkayê kirin armanc.

Piştî vê yekê hêzên Amerîkayê jî li başûrê Îranê êrişî hinek deverên peravê kir.

Angaştên aliyan

Îranê ragihand ku Amerîkayê êrişî hedefên sivîl kiriye.

Di daxuyaniya Îranê de hat diyarkirin ku di êrişa li ser belemekê de kesekî canê xwe ji dest daye û 10 kes jî birîndar bûne. Her wiha hat gotin ku piştî êrişê 4 kes jî winda ne.

Daxuyaniya CENTCOMê

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) berevajî vê yekê îdia kir ku Îranê "bêyî ku ti sedem hebe" êrişî hêzên deryayî yên Amerîkayê yên li Tengava Hurmizê kiriye.

CENTCOMê diyar kir ku wan ji bo parastinê bersiv daye van êrişan.

Îranê pişt re ragihand ku wan dest daniye ser tankereke petrolê ya biyanî.

Îranê ew tanker bi wê yekê tohmetbar kir ku "ji rewşa herêmê sûd wergirtiye û xwestiye zererê bide hinartina petrolê ya Îranê."